Gelên Bakurê Suriyê bi mitîngekê grêva birçîbûnê û rojiya mirinê slav kirin

  • 14:01 5 Gulan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Gelê Bakurê Sûriyê bi armanca piştgiriya çalakgerên di girêva birçîbûnê û Rojiya mirinê de ne bi dirûşma “Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina gelê Kurd e” mitîngeke bi heybet li darxisitin.
 
Bi sedan ji gelê Dêrezorê, Reqa, Tebqa, Minbic, Girê Spî, Eyn Îsa, Kobanê û Sirînê li qada jina azad kombûn û piştgiriya xwe ji bo çalakgerên di girava birçîbûnê û Rojiya  mirinê de nîşandan.
 
Mitîngê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir, paşê jî bi nave meclîsa Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce wiha got: “Di roja îro de 7 hezar hevalên me bi riya girêva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bi pêşengtiya Leyla Gûven li dijî şikandina tecrîda li ser Rêber Apo têdikoşin. Çalakvanan di zindanên Turkiyê û derveyî zindanan de ji bo lêgerê heqîqetê Abdullah Ocalan serîhildan e.  Ev çalakî bi tevlîbûna yekîtiya pêkhateyên ereb, ermenî, çerkez, tirkmen, aşûrî, keldanî û kurd pêkhatiye. Em ê bi  vî rihê hevbeş  Rêber Apo azad bikin.”
 
'Em ê rêberê xwe rizgar bikin'
 
Bi nave Rêveberiya sivîl a Reqayê Hind Etî jî wiha got: “Bi nave gelê Reqayê em hatine vir û piştgiriya xwe ji bo çalakvanan nîşan didin. Em ê li dijî dagirkerî û kiryarên dewleta tirk bisekinin. Em lê kirina dîwarê  li Efrînê şermezar dikin û em dibêjin, em gelê Bakurê Sûriyê tu caran gavan şûn ve navêjin. Em ê heta sekeftinê têkoşînê bidomînin. Em hemû pêkhate yek in û em ê bi yek destî rêberê xwe rizgar bikin.”
 
'Leyla Guven ji bo me mînaka berxwedanê ye'
 
Bi nave rêxstina Kongreya Star Almaz Romî jî wiha axivî:  “Em giravên birçîbûnê û  rojiya mirinê silav dikin. Gelê Kurd dîroka xwe bi berxwedanê û têkoşînê nivîsandiye. Loma tu caran desthilatdariyê qebûl nake. Hevalên di girêva birçîbûnê de ne jî vê yekê îsbat dikin. Leyla Guven jina pêşeng ku heta vê kêliyê têdikoşe ye. Ew jî bo me mînaka herî mezin ya berxwedanê ye. Di vê em hemû xwedî li çalakiya grevê derkevin. Em ê tecrîdê bişkînin, bi rêber Apo re azad bijîn û Kurdistanê rizgar bikin.”
 
'Em bêdengiya cîhanê û Tirkiyeyê şermezar dikin'
 
Hevserokê rêveberiya Sivîl a demokratîk a Bajarê Minbicê Mihmed Elî jî wiha axivî: “Bi vê yekîtiyê em ji tevahî cîhanê re radighînin ku em bêdengiya cîhanê û desthildatdariya Turkiyê şermezar dikin. Em bi dil û can piştgiriya xwe ji girtiyên zindanan û çalakgerên li derve re dişînin. Leyla Gûven mînaka jina azad û berxwedê re. Wê bi têkoşîna xwe asta îradeya jinê nîşan daye.”
 
'Em ê rê nedin tukesî ku axa me qirêj bike'
 
Bi nave Meclîsa malbatên şehîdan a Tebqayê Ebd El Kerîm Brahîm jî wiha got: `Axa ku em îro li ser dijî bi xwîna zarokên me rizgar bûye. Lewma jî em ê rê nedin tu kesî ku vê axa  pîroz qirêj bike. Îro em bi riya wekheviya gelan welatê xwe diparêzin. Em ê bi vî rihî jî Rêber Apo rizgar bikin û xwesteka hevalên xwe yên çalakger bi cih bînin.”
 
Mitîng bi duruşmên “Bijî çalakiyên giravên birçîbûnê û rojiya mirinê,” “Azadî ji Rêber Apo re”  “Bimre dagirkerî” bi dawî bû.