Malbata Ayten Becet çû serdana Leyla Guven
- 13:30 5 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Malbata Ayten Becet a li Girtîgeha Gebze bi armanca tecridê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, çû serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di roja 179'emîn de çalakiya xwe ya grevê berdewam dike.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, 179 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye li ber xwe dide. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin. Malbata Ayten Becet a di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebzeyê bi armanca tecrîdê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, ji Dîlokê hatin Amedê. Malbata Ayten Becet ku hatin Amedê çû serdana Leyla Guven û ew li malê wê ziyaret kir.