Di şahiya ciwanan de greva birçîbûnê nehat jibîrkirin

  • 11:24 5 Gulan 2019
  • Rojane
AMED -  DO - DER'ê di şahiya ciwanan ku li dar xist de bal kişand ser rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê de û xwest ku tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin. 
 
Komeleya Xwendekarên Demokrat a Zanîngeha Dîcleyê (DO - DER) bi dirûşma "Xwendekarên Azad, Zanîngeha Demokratîk" li saloneke dawetê şahî li dar xist. Di şolena ku hat lidarxistin de bi gelek hunermend û bi sedan xwendekar tevli bûn. Li salona şolenê pankarta bi dirûşmên "Xwndekarên Azad, Zanîngeha Demokratîk", "Jin Jiyan Azadî" û "Perwerdeya belaş ya bi zmanê dayikê" hat daliqandin. 
 
Li ser navê DO - DER'ê Delîl Polat axaftinek kurt kir û di kesayeta Leyla Guven de kesên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de silav kirin. Delîl anî ziman ku divê ciwan di vê serdemê de aktîftir bin. 
 
Piştî axaftina destpêka şahiyê Koma Erbaneyê ya Jinan ku derket ser dikê berhemên xwe yên pêşkêş kirin diyarî Leyla Guven kirin. Herî dawî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û bi strana xwe ya "Kemal Pîr" coşa ciwanan zêde kir. 
 
Şahî bi govendê bi dawî bû.