Dayika girtî Vesîle: Yên bêdeng dimînin jî sûcdar in

  • 09:11 5 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Vesîle Yildirim diyar kir ku heke dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe li kolanan bin divê tu kes vê pêvajoyê de li mala xwe temaşe neke û wiha got: “Li pêşberî televîzyonê ax û wax kirin, ne berteke, werin em hemû mil bidin hev.”
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ji aliyê bi hezaran girtî ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. 15 girtî jî  ji ber bêdengiya rayagiştî û rayedarên dewletê, çalakiya xwe veguhertin rojiya mirinê.  Malbatên ku ji ber zarokên xwe bi fikar dijîn, hewl didin li kolanan bibin dengê zarokên xwe lê rastî êrîşa polîsan tên.
 
Girtiyê bi navê Abdurrahman Yildirim 25 sal in li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê girtiye û her wiha nexweş e. Dayika wî Vesîle Yildirim bang li hemû dê û bavan kir û wiha got: “Li pêşberî televîzyonê ax û waxkirin ne berteke, werin em mil bidin hev û têbikoşin.”
 
‘Hun 4 kes bin jî li ber girtîgehan rûn in’
 
Abdurrahman Yildirim ji ber parçeyê şarapnelê nêzî mêjiyê wî ye  û ji bo jiyana wî bi rîske, demek dirêje li bende emleyetê ye û li koxuşê refekatiya hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de ye. Vesîleyê  daxuyakirin ku her cara diçe hevdîtinê kurê wê çalakiyên li derve dipirese û wiha pê de çû: “Ez bang li hemû dê û bavan dikim. Dema zarokên me tî û birçîbin em nikarin tiştekî vexwin û bixwin. Ji kerema xwe re li malên xwe rûnenin. Dest bidin hev. Em ê tiştên dikeve ser milê me bikin. Kezeba me dişewite.  Ez çûm cem kurê xwe got ‘dayê bes e, êdî bên ber girtîgehan rûnin, ma hûn dixwazin cenaze derkevin. Hûn çar dayikbin jî bên rûnin’.”
 
‘Em dayik bi biryarin’
 
Vesîleyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di serî de dayik divê hemû jin û civak dakevin kolanan û ev tişt anî ziman: “Dema me li Konakê çalakî li dardixist em tenê 10 dayik bûn. Belkî hezar polîs hebûn. TOMA amade kiribûn ku avê bavêjin. Dayikên wan jî hene, zarokên wan jî hene. Tu kes nikare pêşî li me bigire. Bila bê me bigirin, avê bavêjin, çi dikin bila bikin. Me ev hişmendî ji Abdullah Ocalan girt. Girtî jî dixwazin tecrîd rabe, hiqûqê dixwazin.  Bila daxwazên wan bên cih, grev bi dawî bin.”