Şopdara pêla berxwedanê: Fadîle Tok

  • 09:02 5 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Her jinek xwedî serpêhatiyek cuda ye. Jina berxwedêr û şopdara pêla berxwedanê Fadîle Tok ku ev 26 sal in jiyan wê di nava şert û mercên penabertiyê re derbas dibe yek ji jinên ku xwedî serpêhatiye cuda ye. Ji bo bidawîkirina tecirîda girankirî ku ev demek dirêj e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, Fadîle Tok ev 106 roj e di çalakiya gireva birîçûnê ya bêdem û dorvegerde ye. Fadîle derbarê têkoşîna xwe de da zanîn ku ew ji bo çalakiya xwe bi biryar in û ew ê berxwedana xwe bidomîne.
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven ket roja 179'an. Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê her ku diçe belav dibe. Fadîle Tok a 106 roj in ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye axivî. Fadileyê bi lêv kir ku jiyana wê her di nava têkoşînê de derbas bûye û ew ê têkoşîna xwe ya li penaberiyê bidomîne. 
 
'Yan hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê gund berdin'
 
Fadileyê di destpêkê de behsa destpêka jiyana xwe kir û wiha got:"Ez di sala 1979'an de li Gundê Mijin ê girêdayî Qilabanê ya Şirnexê ji dayik bû. Di gund de têkiliya me zêde bi kesî re tunebû, li gund herî zêde em bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê re mijûl dibûm. Dema ku em li gund bûn dewleta tirk her roj bi balafiran li gund didan. Em nikaribûn raketan.  Ambargo didan ser gund nedihiştin tu tişt here û were, digotin hûn didin hevalan, her roj bi ser malan de digirtin. Mêr dibirin mal tevlîhev dikirin zextek mezin li ser gund hebû. Her şev ji gundê Şêxan bi çekên giran li gund didan. Êdî aramî di gund nemabû malbat zarokên xwe dibirin vedişartin ji bo parastinê. Rojekê balafirên şer li gundê Şirîş xistin. Herî dawî şêniyên gund kom kirin gotin yan hûn ê bibin cerdevan yan jî hûn ê gund berdin. Şêniyên gund êdî biryar dan ku ji gund derbikevin êdî rêwitiya penabertiyê dest pê kir. "
 
'Li wir jî êrîşî me kirin'
 
Fadileyê diyar kir ku piştî ku ew ji gund derketina dîsa bi çekan êrîş li wan hatiye kirin û wiha got:"Dema ku em ji gund derketin jî em ji cihekî heta jê re dibêjin Kêrya Raş me got ev cih girêdayî Başurê Kurdistanê ye li wir jî bi çekên giran êrîş li me hat kirin.  Êdî em neçar man hatin Qesrok û Bihêrê komek ji gel xwe amede kirin hatin Zaxo dest bi çalakiya girva birçîbûnê kirin. Ji bo em wek penaberên siyasî werin qebûl kirin êdî êrîş li ser me pêk neyên, me dest bi grevê kirin. Nêzî mehekê di çalakiyê de em man ev pêşniyara wan hat pejirandin. Neteweyên Yekbûyî piştre ji me re tiştên xwarin û vexwarinê anî. Ji ber dema ku gel ji gundê xwe derketin kesî tiştek bi xwe re neanibûn. Li wir jî êrîş li me kirin nîvê şevê bû em hatin KDP' ê jî destûr nedidan ku em derbasî vî alî bibin hatin cihek hebû jê re digotin Bêsivê. Li wê derê jî şert û mercên jiyanê gelek zor bû, zivistan bû  em li wir bi cih bûn."
 
Gel xwedî vinek mezinbû
 
Fadîleyê wiha berdam kir:"Vê carê jî KDP' ê bela xwe ji me venedikir. Li derdorên me cihê xwe yê leşkerî çê kirin. Nedihiştin ku têkiliyê me bi wan gundê derdorê der çê bibe û cih li me teng kirin. Em ji hevdû veqatandibûn wekî di qampa kiribûn ne dihêlan em biçin tu derê. Vê carê me berê xwe da Ninove em demek kin li wir man, herî dawî em hatin vir çiyayê karaçox tenê deşt bû tu tişt lê nebû. Bi rastî ne cihê lê jiyan kirinê hebû wan ji xwe re wer di hesibandin digotin ev nikarin li vir bijîn. Bi rastî vir ne cihê lê jiyan kirinêbû lê ji ber ev gel zanibû ji bo çi penaber bûn û xwedî vinek mezin bûn. Piştî demek kin Rêbertî bi telefonê bi gel re axivî û gel hêzek mezin ji Rêbertî girtin. Gel di zanebûna vê de bûn ji ber dozekê heya vir hatine em gelek caran rastî êrişan hatin lê her roja derbas dibû hêrsa me mezintir dibû. Gel bi keda xwe vir kir cihê jiyanê tevî kêmderfetiyan ji bo xwendina zarokan dibistan hatin çêkirin."
 
'Em bi gelek êrişên dijimin re rû bi rû hatin'
 
Ez dikarim bêjim ew çenda ku berî dijmin êrişî gund bike me xweşî ditiye û temenê min bûçûk bû paşê em penaber bûn dema ku min hinek tişt bi çavê xwe dît û jiya jiyanek bi vî awayî ji xwe re ne hilbijart. Em bi gelek êrişên dijimin re rû bi rû hatin bê cih bê war bê nasname min jiyanek şexsî ji xwe re nehilbijart. Bi vê penabertiyê re zehmetiya dayik û bavê me bi me re kişandin gelek zêde bû.  Lê tevî vê yekê min her dem dixwest ez xizmeta gel û walatê xwe bikim. Ji dema gund heya vê gavê gelê me gelek zehmetî jiyan, lê her dem min wek jinekê xwest ez xizmeta gel û civaka xwe bikim. Ji ber dema ku mirov bê cih û welat be wateya mal avakirinê jî nîne. Pêwist e mirov di despêkê de xizmeta rizgarkirina axa xwe bike."
 
'Em kurd xwedî dijiminekî weha ne ku kurdan li hemberî hevdu dide bikaranîn'
 
Fadileyê anî ziman ku divê Kurd her şiyar bin û wiha got:"Em kurd xwedî dijiminekî weha ne ku kurdan li hemberî hevdu dide bikaranîn û şerkirin pêwist e ku em li hemberî vê yekê şiyar bin. Di encama  komployek navneteweyî de Rêbertiya me ji surî derket berê xwe da Ewropa li wir jî îxanet kirin bi komployek navdewletî birin Îmralîyê. Ev 20 sale Rêbertiya me di nava wê giravê de tê ragirtin dixwazin vî planê xwe yên qirêj fikrê Rêbertiya me dîl bigirin û Rêbertî û gel ji hev bidin qutkirin."
 
'Wê berxwedan bi ser bikeve'
 
Fadileyê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Ev demek dirêj e tecrîdek pir giran li ser Rêbertiya me tê meşandin ji bo dawîkirina vê tecrîdê bi pêşengitiya hevala Leyla Guven çalakiyên gireva bîrçîbûnê hatin destpêkirin. Hevalên me yên zindana jî bi dirûşma em ê tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin bi Rêber Apo re azad bijîn beşdarî vê pêla berxwedanê bûne. Min jî ji zaroktiya xwe de di nava şert mercên penabertîyê de gelek zor û zehmetî kişand û hêrsa min li hemberî dagikeriyê di astek herî jor de ye. Ez jiyanek bê Rêber Apo ji xwe re napejirînim û jiyanek bê wî bê wate ye. Ne civak ne jî kes nikare bê felsefeya Rêbertî li ser linga bimîne ji ber jiyanek bê vê felsefe nagihêje armanca xwe. Ji ber niha tecrîd ne tenê li ser Rêbertî ye li ser me hemûyan tê kirin.Divê em wiha bigirin dest û tev bigerin. Ji ber Rêber Apo hemû dema xwe daye têkoşîna ji bo gelê kurd pêwist e em jî li vê têkoşînê xwedî derkevin. Em dizanin ew ê berxwedan bi ser bikeve."
 
'Sonda me ye em ê dijmin têk bibin'
 
Fadileyê herî dawî wiha got:"Ji çalakvanên zindanan 15 hevalî dest bi rojiya mirinê kirine. Biryar û helwesta me hemûyan yeke heya tecrîd bi dawî nebe azadiya Rêbertî neyê bi destxistin wê ev çalakiyên me berdewam bike. Em ê êdî jiyanek bê Rêbertî qebûl nekin ji bo şikandina tecrîdê dil û mejiyê me hemûyan yeke heya her roja derbas dibe dil mejiyê me ji bo azadiyê xurtir dibe. Ez wan hevalan ji dil û can hembêz dikim daxwazên we daxwazên me ne jî. Em bi we re ne serkeftin a me ye çi were xwestin heya dawî em amede ne. Sonda me ye em ê dijmin têk bibin. Bijî Rêber Apo bijî berxwedana havalên zindanan û yên ketine rojiya mirinê."