Malbatên girtiyan ên Bazîdê: Heta dawiyê li pêy zarokên xwe bin
- 17:10 4 Gulan 2019
- Rojane
AGIRÎ - Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji ber tecrîda li Îmraliyê banga bicihanîna hiqûqê li îktîdarê kir.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bazîdê bi malbatên girtiyên re li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne hat gel hev.
Dîlan, di hevdîtina li gel malbatan de axivî û wiha got: “Greva birçîbûnê gihaştiye asteke xeternak. Li girtîgehan li dijî faşîzmê berxwedanek mezin heye. Ji bo şikandina tecrîdê divê bêtir têkoşîn bê dayîn.” Dîlan ji bo tecrîd rabe bang li AKP’ê kir û xwest îktîdar bicihanîna hiqûqê pêk bîne.
Malbatên girtiyan jî anî ziman ku heta dawiyê ew li pêy daxwazên zarokên xwe ne.