Di salvegera komkujiya Dersîmê de: 80 salin êşa vê komkujiyê wekî roja xwe nû ye
- 15:51 4 Gulan 2019
- Rojane
DERSÎM - Partiyên siyasî û rêxistinên civakî bi minasebeta 82'emîn salvegera Terteleya Dersîmê daxuyanî da û qurnefilên sor avêtin Çemê Mûnzûrê.
Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî û demokratîk, bi minasebeta 4'ê Gulana 1937'an 82’yemîn salvegera Terteleya Dersîmê daxuyanî dan û qurnefilên sor avêtin çemê Mûnzûrê.
82 sal berê di 4'ê Gulana 1937'an de bi biryara ‘Tunçeli Tenkil Harekati /Tevgera Tenkîl a Tuncelî" û plansaziyek demdirêj Komkujiya Dersimê dan destpêkirin. Di sala 1938'an de bi erekirin û şopandina hemû kademeyên dewletê tevgera îmhaya fîzikî û çandî dest pê kir. Di navde zarok û jin jî heye bi 10 hezaran kurdên elewî hatin qetilkirin. Bi hezaran ji axa xwe sirgûn bûn. Bi hezaran zarokên Dersimî bi taybetî jinên ciwan ji malbatan hatin qetandin û dan malbatên din.
Nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl û partiyên siyasî, bi minasebeta salvegera komkujiyê li qada Marçikê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Hevserokên Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Selda Guneş û Musa Kulu û Şaredarê Dersimê Fatih Mehmet Maçoglu tev li bernameya bîranînê bûn. Hevserokê DAD'ê Musa Kulu, di bernameya bîranînê de bang li rayedaran kir û wiha got: “Li Dersîmê pitik, kal, pîr û zarok hatin kuştin. Bêyî cudahiyê têxin nava wan di komkujiyê re derbas kirin. Kesên kuştin cenazeyên wan avêtin Çemê Munzurê. Zêdeyî 80 salin êşa vê komkujiyê wekî roja xwe nû ye. Heta niha ji bo komkujî ronî bibe tu gav nehatiye avêtin."
Piştî axaftinê nûnerên parti û komeleyan qurnefilên sor avêtin Çemê Mûnzûrê û loqme belav kirin. Piştî bernameyê saet di 19.38’an de wê li Qada Seyit Rıza bernameya bîranînê pêk bînin.