Jinên herêma Firatê piştgirî dan greva birçîbûnê û rojiya mirinê
- 14:52 4 Gulan 2019
- Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê rojiya mirinê û wiha got: "Gelê Kurd di dîrokê de bi berxwedanî û têkoşînê hatiye naskirin. Ji ber vê yekê jî ji bo bi destxistina mafê xwe têkoşîneke bê hempa dane meşandin."
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star hemû sazî û dezgehên Meclîsa Jinên Sûriyê, Mala jinê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û desteya jin, Rêxistina Sara ya dijî tundiya li ser jinê, Heyva Sor, Saziya Malbatên Şehîdan û Komîteya Jineolojiyê li qada jina azad kom bûn û bi daxuyaniyekê piştgriya greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Dîcle Heyde ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku greva birçibûnê silav dikin û wiha hat gotin: "Em weke Rêveberiya Kongreya Star ya herêma Firatê, pêngava bi rûmet a gireva birçîbûnê û rojiya mirinê silav dikin û dibêjin ku Gelê Kurd di dîrokê de bi berxwedanî û têkoşînê hatiye naskirin. Ji ber vê yekê jî ji bo bi destxistina mafê xwe têkoşîneke bê hempa dane meşandin. Lewma jî hemû jiyana Gelê Kurd bi destan û efseneyên qeheremanî û lehengiyê ye. Berxwedan ji bo Gelê Kurd êdî bûye çandek û her roj asta têkoşînê li beramberî faşîzmê bilindtir dibe."
'Berxwedaniya 14'ê Tirmehê ji nû ve zindî bû'
Di daxuyaniya Kongreya Star de hat destnîşan kirin ku pêngava greva biçîbûnê ya ku di 1'ê Mijdarê de bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kiribû û bi armanca şikandina tecrîdê ye. Ev çalakî her roj mezin dibe û li hemû deveran belav dibe. Tê xwestin ku dagirkeriya li Kurdistanê hîn kûrtir bikin û destkeftiyên li Rojava binpêbikin. Bi kuştin û îşçeyan ji welat tên sirgunkirin. Lê êdî gel jî bi saya fikir û ramana Rêber Apo ketiya ferqa polîtîkayên dijmin û gav bi gav bertekên xwe bi tundî nîşan didin."
Kongreya Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qala berxwedêran kir û wiha got: "Îro bi hezaran kes tevlî pêngava greva birçîbûnê bûne. Ne tenê yên li derve. Pêngav li ser xeta berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Niha li bakûr 15 hevalên girtî tevlî rojiya mirinê bûn û careke din li ser xeta xwe soza hevalên pêşeng û berxwedaniya 14'ê Tîrmehê zindî kirin. Li ser bingeha gotina hevalê Mazlum Dogan 'Berxwedan Jiyane' her kêliyê bi vîn, têkoşîn û serî netewandinê faşîzmê têk dibin. Berxwedanî û têkoşîn jî bingeha birdoziya Rêber Apo bi me daye fêrkirine. Lewra jî em ê bi hemû rê û rêbazan têkoşîna xwe mezin bikin. Her wiha em vê bêdengiya navnetewî şermezar dikin, banga me ji hemû sazî û destgehên ku bi nave mirovan heye ku bêdengiya xwe bişkînin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Leyla Guven", "Bijî berxwedan zindanan" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" bi dawî bû.