Dayik bi erdê re kaş kirin, 7 kes hatin binçavkirin

  • 14:29 4 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Polîsan êrîşî dayikên li ber Girtîgeha Bakirkoyê di nobedê de bûn kirin. 7 kes hatin binçavkirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin di roja 178’emîn de berdewam dike û ji 1’ê Adarê 7 hezar girtî çalakiya grevê didomînin. Her wiha 15 girtî jî di 30’ê Nîsanê de çalakiya xwe veguhertin rojiya mirinê. Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê li ber Girtîgeha Bakirkoyê kom, lê dayik rastî êrîşa polîsan hat.  
 
Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlşat Canbaz Kaya, Tûna Çelîk  û Alî Kenanoglû tevlî meşa malbatan bûn. Dema malbat ber bi girtîgehê ve meşiyan bi astengiya polîsan re rû bi rû ma. Malbat li dijî astengiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û polîs êrîş bir ser malbatan. 7 kes hatin binçavkirin û dayik bi erdê re hatin kaşkirin. Horîk Turgut, Behiye Dag, Sakîne Yakup, Perî Akyildiz, Necîbe Başaran û parêzer Meltem Ozel û Murat Arksak hatin binçavkirin.