Dayikên Şemiyê: Mirov nikare behsa edalet û hiqûqê bike

  • 14:23 4 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Di çalakiya vê heftê ya Dayikên Şemiyê de aqubeta Husemettîn Yaman û Soner Gul hat pirsîn û hat gotin ku cihên ku astengî hebin li vir behsa edalet û hiqûqê nayê kirin. 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 736emîn a çalakiya xwe de xwestin li Qada Galatasarayê li aqubeta xizmên xwe bipirsin, lê dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê li ser astengiya polîsan li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî dan. Kolan dîsa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de Mirovên Şemiyê tîşortên li ser wêneyên windayan hebûn li xwe kirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qurnefîl hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê heftê de aqubeta Husemettîn Yaman û Soner Gul ê ku di 4'ê Gulanê di sala 1992’an de hatibûn windakirin, hat pirsîn.
 
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Besna Tosun ve hat xwendin. Besna, bal kişand ser rewşa dayîkan û wiha got: "Di serdema dîktatoriya leşkerî de li Arjantin û Şîliyê dayikên windayan ji bo balê bikişînin ser windayan ketin nav hewldanan. Di dema Kenan Evren de jî dayik ji bo zarokên xwe yên ketin greva birçîbûnê li ber girtîgehan bûn û dayik dengê xwe gihandin Tirkiyê û cîhanê. Di dema Erdogan de jî Dayikên Şemiyê ji bo zarokên xwe windabûyî li qada Galatasarayê kom dibûn, niha lêgerîna edelatê ya dayikan tê asteng kirin û ev qad tê qedexekirin. Niha dayikên ku li ber girtîgehan ji bo zarokên xwe ketin nav hewldanan lê dayîk tên astengkirin, mirov nikare li vir behsa edalet û hiqûqê bike."
 
'Xwendekarên zanîngehê bûn'
 
Besna di axaftina xwe de bal kişand ser Husamettîn Yaman û Soner Gul û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 4'ê Gulanê sala 1992'an de li Stenbolê hatin binçavkirin û 27 sal in agahî ji van agahî nayên stendin. Husamettîn û Soner xwendekarên zanîngehê bûn. Husamettînê 22 salî bû û Soner jî 21 bû. Husamettîn 2'ê Gulanê di sala 1992'an de li mala xwe derdikeve û 4'ê Gulanê ji hêla kesekî nediyar ve ji birayê wî Feyyaz Yaman re telefon hat vekirin û gotin "'ji jiyana Husamettîn û Soner bi fikarin'. Malbatên Husamettîn û Soner serî li Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê dan û piştre serî li ÎHD'ê û Rêxistina Efû yê dan. Binçavkirina Husamettîn û Soner ji hêla Midûriyeta Ewlehiyê ve nehat qebûlkirin."
 
'Encam nehat girtin'
 
Besna, diyar kir ku piştî îfadeya polîsê taybet Ahyan Çakir ya di 19'ê Kanûnê sala 2011'an kir bûyer derket holê û wiha axivî: " Husamettîn û Soner piştî hatin binçavkirin li daristanê hatin înfazkirin. Malbata Husamettîn serledana sûc kir. Li gel îfadeya Ayhan Çarkin heta îro jî encam nehat girtin."
 
'Têkoşîna me dê bidome'
 
Birayê Husamettîn Yaman Feyyaz Yaman ji axaftinek kir û bal kişand ser qedexekirina Qada Galatasarayê û wiha got: "Qada Galatasarayê li daxwaza edalet û hiqûqê hat girtin. Em li erdnîgariyek ku destûrê nadin lêgerîna maf û edaletê. Ew her çiqas kolan û qadan li me bigirin jî lê wê lêgerîn û têkoşîna me kêliyekê paş de gav neavêje û heta dawiyê dê dewam bike.” 
 
Piştî axaftinan Dayikên Şemiyê bi wesîleya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê qurnefilan dan rojnamegerên çalakiya wan şopandin.