Malbatên girtiyan dorpêça polîsan şikand, dest bi meşê kirin
- 13:45 4 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Malbatên girtiyan xwestin bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê li Parka Koşuyolu daxuyaniyê bidin û polîsan ew dorpêç kirin. Malbat bi meşê barîkata polîsan şikandin û ber bi avahiya HDP'ê ya Amedê ve meşiyan.
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser tecrîda li hemebî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, greva birçûbûnê û rojiya mirinê xwestin li Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezana Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dema dayik li parkê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin, polîsan park dorpêç kir û destûr nedan ku dayik daxuyaniyê bidin. Malbatên girtiyan li gel astengî û dorpêça polîsan heta avahiya HDP'ê ya Amedê meşiyan. Li gel malbatan parlamenterê Partiya Demokratîk a (HDP) yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari jî meşiyan. Meşa malbatên girtiyan didome.