Berxwedanê bilind bikin, dîwara hilweşînin û Efrînê rizgar bikin
- 13:06 4 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi dirûşmeya "Berxwedanê bilind bikin, Dîwara hilweşînin û Efrînê rizgar bikin", şêniyên bajarê Hesekê lêkirina dîwarê li Efrînê bi meşek girseyî şermezar kirin.
Îro bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bi hemû netewên xwe Kurd, Ereb û Sûriyan meşek li darxistin.Di meşê de alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Saziyên Malbatên Şehîdan( SMŞ ) û pankartên bi nivîsên: "Em ê berxwedanê bilind bikin û dîwarê lêkirina li Efrînê hilweşînin, Na ji Osmaniya nû re , Em bêdengiya dewletên navdewletî ya li hember Efrînê şermezar dikin", hatin hilgirtin.
Meş li ber çarxereya Sînalko dest pê kir û li çarxereya Itfayiyê veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji aliyê Endama Rêvberiya Kongreya Star Celîla Mele Elî û Hevserokê Kantona Hesekê Ebid Xenî Oso axaftin hate kirin .
Di axaftinan de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi lêkirina dîwarê li Efrînê dixwaze demografiya herêmê biguhere, her wiha xewin û xeyalên Osmeniya vegerîne, lê em wekî gel bi hemû hêz û îradeya xwe em ê berxwedanê bikin û Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin. Em bêdengiya dewketên navdewletî yê li hember Efrînê şermezar dikin."
Meş bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû .