Rewşa çalakvanên di grevê de nebaş bûye

  • 12:09 4 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR/HEWLÊR - Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya nivîskar Murat Turk û Abdulvahap Şiyar Aydemîr û Vahdettîn Yalçiner ên di greva birçîbûnê de ne giran bûye. Her wiha tenduristiya Nasir Yagiz ê ku 165 roj in di grevê de bû, ji ber giranbûna rewşa wî rakirin Nexweşxaneyê lê Nasir tedawî red kir.
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Îzmîrê hat ragihandin ku rewşa tenduristiya nivîskarê pirtûka “Dema dendûrşka” Murat Turk, Abdulvahap Şiyar Aydemîr û Vahettîn Yalçiner ên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne giran bûye. Her wiha rewaş tenduristiyê ya Nasir Yagiz ê ji 20’ê Mijdara 2018’an û vir ve li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Herêma Federal a Kurdistanê li dijî tecrîdê di greva bêdem û bêdorveger de ye giran bû.
 
Bavê Şiyar Aydemîr ê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Ahmet Aydemîr duh bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û zextên li ser girtiyên di grev birçîbûnê de ne zêde bûne û vîtamînan bi awayek têr nadin wan. Dayka Aydemîr, Yildiz Aydemîr jî got rewşa Murat Turk û Vahdettîn Yalçiner ên di qawîşa kurê wê de cih digirin nebaş bûye û her tim ji pozê Murat Turk xwîn tê. Dayik Aydemîr got girtî gellek zeîf bûne û nexweşînên zêde li wan peyda bûne. 
 
Nasir Yagiz di 165 rojin di grevê de ye
 
Yek ji berxwedêrê greva birçîbûnê Nasir Yagiz ê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 165 roj in di grevê de bû, ji ber giranbûna rewşa wî rakirin Nexweşxaneyê. Yagiz tedawî red kir û çalakiya xwe didomîne.
 
Li ser rewşê Yagiz Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş agahî da û bibîr xist ku berî du rojan rewşa Yagiz giran bûbû, lê duh şev hê zêdetir bû, li ser vê rewşê me rakir Nexweşxaneyê. Muzeyyen anî ziman ku doxtoran kontorlên tenduristî kirin û diyarkirin ku ji ber bêtaqetî û lewazbûna laşê wî nema dilê wî dikare baş bixebite. Her wiha Muzeyyen diyar kir ku êşa laş û dîsa êşa çavên wî pir bûne heta hinek rojan nikare bibîne jî.