Polîsên ku avahiya HDP'ê dorpeç kirin vekişiyan
- 11:29 4 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Polîsên ku avahiya HDP'a bajêr dorpêç kirin û ji hatin çûyînê re asteng kirin piştî gengeşiyê ji deriyê avahiya HDP'ê vekişiyan
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 178'an de berdewam dike. 15 girtî jî 5 rojin di rojiya mirinê de ne. Çalakiya parlementerên HDP'ê Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarîsaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin li avahiya HDP'a bajêr a Amedê didomin. Serdana parlamenterên çalakger a ji aliyê welatiyan ve jî berdewam dike. Polîsên ku dora avahiya HDP'ê dorpeç kirin, hatin û çuyîna partiyê asteng kirin. Destûr nedan parlementer û welatî ji avahiyê derkevin. Piştî gengeşiyê, polîs ji ber deriyê avahiya HDP'ê vekişiyan.
Hat hînbûn ku avahiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) hat dorpeçkirin.