Jinên li Herêma Federal a Kurdistanê: Li Başûr jin weke siyasetmedar nayên qebûlkirin
- 10:11 4 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Herêma Federal a Kurdistanê siyaseta partiyan rexne kirin û diyar kirin ku jinan weke siyasetmedar qebûl nakin û ji bo armanc û berjewendiyên xwe bi kar tînin.
Jinan, nêzîkbûn û hişmendiya partî û siyasetmedarên ên Herêma Federal a Kurdistanê ya li hemberî jinan rexne dikin. Hinek ji van jinan bi riya Rojnews'ê rexneyên xwe anîn ziman. Jinan destnîşan kir ku jinan ji mêran zêdetir di warê siyasî de kar kirine lê weke siyasetmedar nayên qebûlkirin.
Parlamentera berê ya Iraqê û aktîvîsta mafê jinan Rêzan Şêx Dilêr bal kişand li ser hişmendiya mêrsalarî ya di nava siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê û wiha got: "Heta niha jî jinan weke siyasetmedar qebûl nakin. Li beramber de jî, jinan ji mêran zêdetir di warê siyasî de kar kirine."
'Baweriyê bi propaganda tê kirin nekin'
Rêzan, qala di nava partiyan de bikaranîna jinan a ji bo parastina desthilat û armancên xwe yên siyasî kir û wiha axivî: "Mixabin partî ji bo siyaseta xwe û ji bo dijberiya partiyek din jinan bi kar tînin. Ev kiryarekî kirête û necivakî ye. Kesên siyasî bi tişta ku li hemberî jinan dikin dixwazin jinan vegerînin qonaxên berê, lê rastî ewe ku civak ne bi jinê be pêş nakeve û hemû dixwazin kar bikin." Rêzan daxwaz ji welatiya kir ku baweriyê bi propagandaya partiyan a li dijî jinan dikin nekin û wiha domand: "Daxwaz dikin ku civak baweriyê bi van tiştên ji rastiyê dûrin nekirin. Ji ber ku ehlaqê mirov di wêneyekê de dernakeve. Belkî di karkirin, rastgoyî û ximzetkirinê de derdikeve."
'Başûr di krîzek kûr de ye'
Li ser heman mijarê, Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya herêma Silêmaniyê Şehîn Mihemed bal kişand li ser bingehê siyaseta partiyên siyasî ya li ser 'nîştîmanperî, kiryarî û xweşik hizrandinê' û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ew siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, gelek girêdayî van bingehan nîne. Lewma Başûrê Kurdistanê di krîzek kûr de ye. Bi taybet di vê çarçoveyê de jin gelek qurbanî didin. Di nava partiyan de jin tên marjînal kirin. Heqaret li wan tê kirin. Dema ku li hemberî partiyan nerazîbûna nîşan didin, partî bi ehlaq gefan li wan dikin. Ev yek careke din bi bîra me tîne ku helwest bigirin û li hemberî vê sîstemê bibin bersivek."
'Jinan li dijî hev bi kar tînin'
Şehîn, eşkere kir ku îro jinan li dijî jinan bi kar tînin û got: "Sîstema desthilatdariyê, piledarî û mêrsalî xistina nava malê de jî. Îro jinan li dijî jinan bi kar tînin. Ev yek jî metirsîdare. Ji bo me jinan wê bibe gavekî xirab. Divê jin bibin xwedî helwest, xwe perwerde bikin û li dijî vê siyasetê bibin mertalek yekgirtî. Herwiha eşkere kir ku di nava partiyan de jin dikarin ji bo guhertinê pêşengiya herî mezin bikin."
'Yekdengî gelek lewaz e'
Her wiha Rojnameger Evîn Ehmed wiha qala nêzîkatiya partiyan li baramberî jinan kir: "Hizb beşekin ji wê çanda ku jinan weke şeref, edeb û taxlîdî dibîne. Her dema ku jinek ne li gorî hizbê be, hewl dane ku li hember aliyê şerefê lê binêrin ku di encama vê de bandoriyek nerênî li ser kesayetiya jinan dike. Bêguman li baramber, van biçûkxistina wiha kiriye ku mijara parastin û yekdengî di nava jinan de gelek lewaz be. Lewma pêwîste jin ji şûna bîrûbaweriya siyasî û alîgiriyê piştgiriya hev bikin."