Xuşka Ardilê ku di rojiya mirinê de ye: Em bibin dengê wan

  • 09:58 4 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - 15 girtiyan ji bo rakirina tecrîdê dest bi rojiya mirinê kiribûn. Ji van 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kirine yek jê Ardil Çeşme ye. Yeter Seyhan a xuşka Ardilê ku di rojiya mirinê de ye berxwedêrên ku di serdema 12'ê Îlonê de di Zindana Amedê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got:"Heta ku 14'ê Temuzên din jî nehatine jiyîn bila ev çareser bibe. Bila tecrîd bi dawî bibe. Em bibin dengê girtiyên di grevê  de û yên dest bi rojiya mirinê kirine."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven ket roja 178'an. Ji ber ku ji bo daxwazê 7 hezar girtiyên di grevê de ne gav nehat avêtin çalakiya greva birçîbûnê veguhert rojiya mirinê. 5 jê jin 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. 
 
Ardil  Çeşme yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû û di 30'ê Nîsanê de ev yek veguhert rojiya mirinê. Malbata Ardilê ku di 1973'an de li Licêya Amedê ji dayik bû, ji ber erdhejiya di 1975'an de li Licê çê bû mala xwe bar Amedê dike. Ardil li Amedê Dibistana Seretayî, navîn û amadekariyê diqedîne. 
 
'30 rojî îşkence dît'
 
Ardil di 18 saliya xwe de tevgera siyasî ya Kurd nas kir. Bi saya Ardil malbata wî jî tevgera siyasî ya Kurd nas kir. Xuşka Ardil, Yeter Seyhan diyar dike ku bi naskirina Ardil a partiyê wan jî partî nas kiriye. Her wiha Yeterê diyar kir ku xuşka wan Necla jî di nava tevgera siyasî ya Kurd de cihê xwe girtiye û da zanîn ku Ardil di 1994'an de tevî xuşka xwe hatiye binçavkirin û 30 rojî îşkence dîtine. Yeterê bi lêv kir ku Necla hatiye berdan Ardil hatiye girtin û 2 sal ceza lê hatiye birîn û ew her dem li sirgûnê jiyane. 
 
'Her ku ew dihat sirgûkirin em li dû wî diçûn'
 
Yeterê wiha dewam kir:"Ardil 7 salan li Girtîgeha Uşakê ma. Piştre ew şandin Girtîgeha Mûşê. Bavê min di vê serdemê de emeliyata baypasê derbas kir. Ardil 4 salan li Girtîgeha Muşê ma û piştre birin Erzurum, Bingol û herî dawî anîn Girtîgeha Gebzeyê. Ew her hat sirgûnkirin. Her ku ew dihat sirgûkirin em li dû wî diçûn." 
 
'Ji salên 96'an heta niha di nava çalakiyên greva birçîbûnê de cihê xwe digirt'
 
Ardilê ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn ji salên 1994'an heta niha her dem di nava çalakiyê grevên birçîbûnê de cihê xwe girtiye. Yeterê diyar kir ku Ardil cara yekem di sala 1996'an de ketiye greva birçîbûnê û wiha dewam kir:"Ardil di nava hemû çalakiyê grevê birçîbûnê de cihê xwe girtiye. Di sala 2012'an de jî di nava çalakiyên grevên birçîbûnê de cihê xwe girt. Grevên birçîbûnê di roja 68'an de bi serkeftin bi encama bû. Di serdema grevên birçîbûnê yên di salên 96'an de dayika min û hemû malbat çûn Enqereyê. Mehekê li wir ketin greva birçîbûnê. Li ku serîhildanek hebû em her li wir bûn. Em niha jî xwedî li serîhildanê derdikevin."
 
'Jiyana wî bi têkoşînê derbas bû'
 
Yeterê da zanîn ku jiyana Ardil bi têkoşînê derbas bûye û wiha got:"Ew di nava malê de yê herî biçûk bû. Me hîn bêtir ji wî hez dikir. Mirovekî aram bû. Girêdayî malbatê bû. Her dem li ser têkoşînê bi min re diaxivî. Dema cezayê muebbetê lê hat birîn min got ev ceza naqede heta ku şoreşek pêk neyê ev ceza dê neqede. 26 sal in di girtîgehê de ye. Ez her derketina wî dipêm. Em hêvî dikin ku em ê wan rojan jî bibînin."
 
'Em ê her li ba wan bin'
 
Yeterê da zanîn ku greva birçîbûnê ya ku bi hezaran girtiyan ji bo rakirina tecrîdê dest pê kiribûn bi serkeftinê bi encam bûbû û wiha got:"Em hêvî dikin ku ev çalakiyên grevên birçîbûnê ew ê bi serkeftinê bi encam bibe. Dema em diçin hevdîtinê em gelek hestiyar dibin. Em ê her li ba wan bin."
 
Yeterê peyama Ardil wiha parve kir:"Heta îro tu tiştek nayê kirin. Hûn tiştekî nakin lê em ê bedena xwe bidin ber birçîbûnê û bikin."
 
'Bila hemû malbat rabin ser lingan'
 
Yeterê ya ku li ber Girtîgeha Gebzeyê serî hildide diyar kir ku kesên ji malbata wê yên din jî li Amedê li ber xwe didin û wiha bi dawî kir:"Bila hemû malbat rabin ser lingan. Çi pêwist be em amade ne ku bikin. Heta ku em bedelên mezin nedin dê ev çalakî bi serkeftinê bi encam nebe. Ez bang li hemû gelên Kurd dikim ku rabin ser piyan. Bila ev tecrîd bi dawî bibe û kesek nemire."