Li Esenyurtê xizmên girtiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn

  • 09:32 4 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Çalakiyên piştevaniya ji bo girtiyên di grevê de ne her ku diçe belav dibe. Tevî astengiyan polîsan, malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne  çalakiya rûniştinê pêk anîn. Malbatan diyar kirin ku ew ê her roj çalakiyên xwe bidomînin û wiha gotin:"Em dixwazin li welatê xwe di nava aştî û aramiyê de bijîn."
 
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê di roja xwe ya 10'emîn de didome. Malbatên ku li qada Esenyurtê kom bûn di demek kin de ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan diyar kirin ku çalakî qedexe ye. Lê malbatan tevî astengiya polîsan çalakiya xwe pêk anîn. Malbatan çalakiya xwe bi tilîlî û çepikan bi dawî kirin. 
 
Xebatkarên çapeminiyê ji GBT'ê hatin derbaskirin. Her wiha kesên ji bo piştgiriyê hatin jî ji aliyê  polîsan ve hatin astengkirin.
 
'Gelê Kurd heye kes nikare vê yekê înkar bike'
 
Tayibe Şahin a ku xizmê wê li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye wiha got:"Her roj em kom dibin bi sedan polîs me dorpêç dikin lê ev me bê hêz nake. Em bi hêztir dibin. Em dixwazin li vî welatî aramî û aştî pêk werin. Gelê Kurd heye kes nikare vê yekê înkar bike. Em gelekî mezin in."
 
Malbat piştre derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bûn.