'Jin bi hêza xwe civakbûyinê ava dike'

  • 09:24 4 Gulan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - 1'emîn komcivîna şêxên eşîran a bi dirûşmeya "Êlên sûrî civak û hevpeymana civakî diparêze" li navçeya Ênîsa a girêdayî Kantona Kobanê  hat lidarxistin bi dawî bû. Jinên beşdarî komcivînê bûn wiha gotin: "Kesayeta jinê wekheviyê û rastiyê nîşan dide. Bi vê wesileyê jin îro di hemû kar û xebatan de bûye xwediyê îrade û mafê xwe xwedî derdikeve."
 
Bi beşdarbûna 7 hezar serokeşîr, rusipî û jinên ku temsîla Sûriyeyê dikin tevlî komcivînê bûn. Di heman demê de serok eşîr û rusipiyên êlên eşîrên Dêrezor, herêma firat, Minbic, Reqqa, Şehba û her wiha eşîrên di hûndirê Suriyê de cîh digirin tevlî komcivînê bûn. Komcivîna ku hat lidarxistin bi xwendina daxuyaniyê bi dawî bû. Jinên ku beşdarî komcivînê bûn ji ajansa me re axivîn. 
 
Hevseroka Rêvebiraya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalit di gotinên xwe de bal kişand ser wekheviya di nava gelan de û wiha got: "Kombûna me ya li vê derê îro ji bo me hemûyan ciyê şanaziyê ye. Di serî de em sipasiya meclîsa Sûriya demokoratîk (MSD) dikin ku derfetek wiha ji me re daye avakirin. Ev kombuna me di demek dîrokî de tê li darxistin. Ew kesên ku dixwazin di nava eşîran de nakokî û fitneyan bidin avakirin îro em li vê derê bersiva herî tund didin wan û dibêjin ku li vê derê wekheviya di nava gelan de tê jiyîn. Kombuna me ya li vir piştgiriya hêzên YPJ/YPG û QSD'ê ye. Yanî piştgiriya ji hêzên ku parastina ax û jiyana me dikine. Çawa ku van eşîran di şer de rola xwe leyîstine wê di serkeftin û hevpeymana Sûrî-Sûrî de jî bileyizin."
 
'Jin îro bi fikra azad bû xwediyê îradeyê'
 
Hevseroka Kanûn saz ya Dêrezorê Întîsar Ebdurihman di derbarê komcivînê de diyar kir ku tevlîbûna wan a komcivînê  ew e ku ew xwe ji fikrên DAIŞ'ê rizgar bikin û wiha domand: "Tevlîbûna me ya jinên Dêrezorê xwedî wateyek girîng e. Ji bo em bikaribin xwe ji zêhniyeta DAIŞ'ê xilas bikin û jin bibe xwedî îrade. Em bi hêvî ne ku ev komcivîn bibe wesîleya wekheviya di nava gelan de û bibe wesîleya yekbûna netewan." 
 
'Jin bi mafên xwe gav davêjin'
 
Cîgira hevseroka encûmena mecilisa sivîl ya Minbicê Nûr Hamit di axaftinên xwe de behsa girîngiya beşdarbûna jinan ya ji komcivînê re kir û got: "Sedemê hatina me ya vê komcivînê ew e ku em weke jinên Minbicê bibin wesîleya yekbûna ol û netewan. Ji ber ku zarokên vî gelî û şêxên eşîran bi hev re bûn alîkar ku Minbic rizgar bibe. Bi xwîna zarokên me ev herêm hatin rizgarkin. Eşîr bingehên yekgirtina gelan in. Ev cara yekem ku civînek bi vî awayî tê li darxistin û em jî weke jin beşdar dibin ev jî dibe wesîleya xurtbûna me di nava jinan de. Edî hêza me jinan jî ya xwe rêvebirinê çêbûye û gavên wekheviya di nava jin û mêran de tê avîtin.” 
 
'Jin dê civakbûyinê bi ser bixe'
 
Eyitap Cidan jî wiha behsa girîngiya komcivînê kir û got: "Cara yekem e ku em jin di nava serok eşîrên Ereban de dibin xwedî ciyê gotinê. Di dîrokê de gelek caran cîh ji jinê re nehatiye dayîn. Lê piştî avabûna netewaya demokoratîk û şûnde êdî jin jî li her deverê bûye xwediyê gotinê yek ji wan mînakan jî ev komcivîna îro ye ku cara yekê jin jî beşdarî civînên serok eşîran dibin. Di nava pergala mêr de hertim jin kole tê hiştin, lê bi pergala civaka demokratîk em digihêjin wê baweriyê ku wê jin bi hêza xwe civakbûyinê bi ser bixe. Di vê civînê de li gorî hêjmara heyî hejmara jinan pir kêm e, lê ev ê bibe wesîleya ku demê pêş li cihên wiha hejmara jinan zêdetir bibe."