‘Em her tim dibêjin, dîsa dibêjin: Berxwedan jiyan e’

  • 09:13 4 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Hanim Îlkar ku du kurên wê ji 1’ê Adarê de di grevê de ne, diyar kir dema çûye hevdîtinê zarokên xwe dîtiye serbilind bûye lê piştî ji girtîgehê derketiye hestiyar bûye û wiha got: “Em şûnde gavê navêjin. Serkeftin wê ya zarokên me be. Me her got em ê dîsa bêjin; berxwedan jiyan e.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, da destpêkirin di roja 178’emîn de berdewam dike û ji 1’ê Adarê 7 hezar girtî çalakiya grevê didomînin. Her wiha 15 girtî jî di 30’ê Nîsanê de çalakiya xwe veguhertin rojiya mirinê.
 
Birayên hev Seyfettîn Îlkar û Azad Îlkar jî ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ne. Seyfettîn Îlkar li girtîgeha Bandirmayê, Azad jî li girtîgeha Tîpa D ya Amedê di roja 65’an de greva xwe didomînin.
 
‘Tu sûcê wan tunebû, ev çima tên kirin?’
 
Dayika wan Hanim Îlkar girtina zarokên xwe wiha vegot: “Şevekê Azad dihat malê TOMA wî dide sekinandin û digire. Em sibehê hîn bûn. Piştre der barê wî de muebet hat xwestin. Tu sûcî wî tunebû. Em nizanin çima wisa kirin. Em hînbûn ku li ser îfade heye. Em van kesan nas nakin. Îfade jî hemû derew in. Me daxwaznameda. Cezayê muebetê xera bû lê em nizanin wê çiqas ceza bigire. Seyfettîn jî çibû cenaza Mustafa Malçok. Piştî bûyerê hat girtin û 4 sal û nîvan li girtîgeha Amedê ma. Piştre surgunê Edîrneyên kirin û li wir jî 2 salan ma. Piştî Selahattîn Demîrtaş birin wê girtîgehê kurê min avêtin nav edliyan.Hevalên wî hewl dan dîsa bê koxuşê lê Seyfettîn surgunê Bandirmayê kirin. 9 sale di girtîgehê de ye ji ber înfaza wî şewitandin niha wê 5 salên din jî bimîne. Niha her duyan jî bedena xwe danî ber mirinê.”
 
‘Em dema wan dibînin serbilind dibin’
 
Hanimê bi lêv kir ku di hevdîtinê de hînbûne ku zarokên wê ketiye grevê û got ew heta dawî li pişt daxwazên wan e û ev tişt bi lêv kir: “Girtiyan gotin heta daxwazên wan neyên cih wê dest ji grevê bernedin. Me jî serkeftin ji wan re xwest. Girtî bi daxwazên mafdar ketin grevê. Em dema wan dibînin ser bilind dibin lê piştî em derdikevin em xemgîn dibin.”
 
‘Rewşa wan ne baş e’
 
Hanimê destnîşan kir ku rewşa zarokên wên qet ne baş e û got hewcedariyên xwe yên sereke jî nikarin pêk bînin û wiha pê de çû: “Ava fêkiyan, lîmon û tiştên din yên avî nadinê. Bi kêfî nadin. Ji koma ewil rewşa Serdar û Ekrem ne baş e. vîtamînên ku bi pereyên xwe digirin jî nadinê. Azad dema hat gel min bi kursiyan girt û hat. Neynûkên wî rewş bibûn.
 
Nikaribû biaxive.”
 
Hanimê bang kir û wiha dawî lê anî: “Em diçin ber girtîgehan êrîş dikin. Em çûn ber Tîpa D me got em çalakiyê dikin. Hîna em ji wesayîtê nehatibûn xwarê bi sedan polîsî dora me girt. Digotin qey hela em çi dikin. Roj ne roja runiştinê ye. Bila her kes xwe bike şûna me. Lê em şûnde gavê navêjin. Encam çi dibe bila bibe wê zarokên me bi serkevin. Em dîsa dibêjin; Berxwedan jiyan e.”