Leyla Guven: Leyla hêza xwe ji dayikên laçikspî digire
- 17:18 3 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku 177 roj e di greva birçîbûnê de ye, strana li ser çalakiya wê hatibû çêkirin li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir û wiha got: "Leyla hêza xwe ji ku digirin? Hêza xwe ji dayikên laçikspî yên berxwedêr ku ew mezin kirine digirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, 177 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de li ser hesabê xwe yê medya civakî strana ku ji bo wê hatibû çêkirin ya bi navê "Leylayên me" a koma serdem çêkir parve kir. Leya peyama ku çalakiya wê çiqas bi nirxwe da.
Peyama Leylayê wiha ye:
"Leyla hêza xwe ji ku digire? Ji dayikên berxwedêr ên laçiksipî ku ew mezin kirin. Leylabûn li ser vê erdnîgariyê ne hesan bû. Ev ne çarenûs e, berxwedan e! Min meşaleyên Leylayan dewer girt. Ev stran jî wê berxwedana me vebêjin."
Hûn dikarin ji vê lînkê bikevin klîbê: