Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan a li Rihayê didome

  • 17:01 3 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Li Wêranşar û Pirsûsê çalakiya nobedê ya malbatên girtiyan didome. Dayikan di çalakiyê de diyar kirin ku divê êdî dawî li vê bêwîjdaniyê be. 
 
Malbatên girtiyan ên li Wêranşar û Pirsûsê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê dest bi çalakiya nobetê kiribûn didome. 
 
Çalakiya malbatên girtiyan yên li Weranşarê hat destpêkirin îro jî didome. Çalakiya malbatan li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wêranşara Rihayê didome. Tevî hemû astengiyên polîsan jî welatî diçin serdana malbatan. Emîne Suerê tevli çalakiyê bû diyar kir ku divê her kes xwedî li grevên birçîbûnê derkeve û got: “Bila êdî daxwaza zarokên me bê qebûlkirin. Ev qet ji xwedê natirsin. Ev bêwîjdanî ye. Divê êdî dawî li vê bêwîjdaniyê bînin. Zarokên me dimirin. Bêyî ew bimirin divê tiştek were kirin.”
  
Li Pirsûsa Rihayê çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan li avahiya Rêxistina HDP’ê, li gel dorpêça polîsan didome. Di nava rojê de jî gellek welatî diçin serdana malbatan û piştevaniyê didin wan.