Li Edeneyê dayikên girtiyan: Li dora têkoşeran bibin xelek

  • 16:17 3 Gulan 2019
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê dest bi greva birçîbûnê kirin. Grev dê 3 rojan bidome. Dayikan bang li hemû aliyan kir ku xwe li dora têkoşîna wan bikin xelek.
 
Li Edeneyê dayikên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku li dijî tecrîdê hatî destpê kirin ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên girtiyan li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Seyhanê kom bûn û daxuyanî dan û dest bi grevê kirin. Dayikan êlekên wêneyê Leyla Guven li serê li xwe kirin û pankart daliqandin. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Edeneyê Tulay Hatîmogullari û Kemal Pekoz, rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), TUAYDER û gellek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Birayê Bayram Demîrhan ê ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye endamê Meclîsa DBP’ê Erol Demîrhan di daxuyaniyê de axivîn û diyar kir ku ji îro pê ve rewş xeterdar bûye û dê ew jî li qadan bin. Bayram, ji bo qebûlkirina daxwaza girtiyan bang li hikûmeta AKP’ê kir ku demildest daxwaza girtiyên azadiyê bicih bînin. 
  
Piştî axaftinên malbatan dayikan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Malbatên wêneyên zarokên xwe hildan xwestin demildest tecrîe bê rakirin. Ciwanên ku malbatan ziyaret kirin li gel hev stranan gotin. Serdana ji bo çalakiyê didome. Dayikan bang li her kesî kirin ku li derdora têkoşîna wan bibin xelek. 
 
Çalakî dê heta roja yekşemê dewam bike.