Polîsan bi zorê malbat li wesayîtan sîwar kirin û ji qadê dûr xistin

  • 16:02 3 Gulan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Malbatên girtiyan xwest li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û li wesayîtan siwar kirin û ji qadê dûr xistin. 
 
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ya di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Gebzeyê dest pê kirin, di roja 25’an de dewam dike. Parlementerê Partiya demokratîk a Gelan (HDP) Alî Kenanoglû û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya  (MKM) bi armanca piştgirî dayîna malbatan çûn ber Girtîgeha Gebze yê.  
 
Malbatên li ber Rêxistina HDP'a navçeye kom bûn, li wesayîtê xwe sîwar bûn û hatin cihek nêzî girtîgehê. Malbatên xwestin ji vê derê heya ber girtîgehê bimeşin, rastî astengiya polîsan hatin. Ligel ku parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû bi polîsan re hevdîtin kir jî, polîsan destûr nedan ku malbat li ber girtîgehê daxuyanî bidin. Polîsên ku gotin walîtiyê ev der qedexe kiriye, bi darê zorê malbat li wesayîtan sîwar kirin. 
  
Malbatan diyar kirin ku ew ê sibe jî bên ber Girtîgeha Gebze û ji qadê veqetiyan.