Platforma Ked û Demokrasiyê ji Wezareta Dadê re faks şand
- 15:57 3 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin ji Wezareta Dadê re faks şand.
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî pêvajoya krîtîk a grevên birçîbûnê da ku daxwaza girtiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bên qebûlkirin ji Wezareta Dadê re name şand. Pêkhateyên Platformê li ber Postaxaneya Semta Ofîsê kom bûn û daxuyanî dan. Berdevkê Platformê Mehmet Şîrîn Gurbuz daxuyanî da û got ew ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin ji Wezareta Dadê re faks dişînin.
Piştî daxuyaniyaê pêkhateyên Platformê ji Wezareta Dadê re faks şand.