Dayikên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li kolanan bin

  • 15:56 3 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Dayikên girtiyan bertek nîşanî mudaxileya polîsan a li hemberî çalakiya xwestin li dar bixin dan û gotin: “Zarokên me dimirin. Heya ku tecrîd bişike, em ê 24 saetan li kolanan bin.”
 
Çalakiyên dayikên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûn û rojiya mirinê kirin, berdewam dikin. Dayikên girtiyan ên duh li ber Şaxa Komeleya Alîkariya Mablatên girtiyan kom bûn û ji bo balê bikişîne ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê çalakiya nabetê li darxistin ên rastî mudaxileya polîsan hatin, ji bo bertek nîşanî mûdaxileya polîsan bidin çalakiya  nobetê pêk anîn. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Mûsa Farîsoglûllari, û Salîha Aydeniz, Aktivîsta THA Ayla Atak Ata, piştgirî dan çalakiya daikan. 
  
Ji dayikên girtûı Ayten  Gul a li Parka Koşûyolû duh ji aliyê polîsan ve hat derpkirin, anî ziman ku ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirindest bi çalakiyê kirin. Ayten, diyar kir ku bila zarokên wan nemirin û wiha got: “Em derp kirin û bi erdê re kaş kirin. Em dixwazin çareserbedin. Heya ku çareseriyek neyê zanîn, emê   kolanan terd nekin.”
  
Yek ji dayikên girtiyan Garîp Pehlîvan jî, banga piştgiriyê li dayikan kir û wiha got: “Zarokên me di rojiya mirinê dene. Zarokên me ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bedena xwe ji mirinê re razandine. Bila hikumet û Wezareta Dadê guhên xwe vekin û vê rastiyê qebûl bikin. Heya ku daxwazên zarokên em bên qebûl kirin emê 24 saetan li kolanan bin.”
 
Dayikan piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikan di çalakiyê de dirûşmenên “Bijî berxwedana zindanan” û “Amed ne raze, xwedî rûmet xwe derkeve” berz kirin.