1'emîn komcivîna Êlên Sûrî hat lidarxistin
- 15:51 3 Gulan 2019
- Rojane
KOBANÊ - 1'emîn komcivîna şêxên eşîran bi dirûşmeya "Êlên sûrî civak û hevpeymana civakî diparêze" li navçeya Ênîsa a girêdayî Kantona Kobanê dest pê kir.
Bi beşdarbûna 7 hezar serokeşîr, rusipî û jinên ku temsîla Sûriyeyê dikin tevlî komcivînê bûn. Di heman demê de serok eşîr û rusipiyên êlên eşîrên Dêrezor, herêma firat, Minbic, Reqqa, Şehba û her wiha eşîrên di hûndirê Suriyê de cî digirin komcivîn dest pê kir. Pankartên pir rengîn hatibûn daliqandin.Kom civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrawanên azadiyê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed ve hate kirin. Endama meclîsa jinên surî Lîna Bereket jî bal kişande ser pêşengiya jinan ya di eşîran de.
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed li ser girîngî û wateya komcivînê wiha dest bi axaftina xwe kir û got: "Em di serî de bi xêrhatina hemû mêvan û beşdarvanên civînê dikin. Em di demek pir hesas de derbas dibin, kombûna me ya li vir ji bo pêşeroja avakirina Sûrî ya demokratîk e. Di dema şerê li dijî terora DAIŞ’ê we hemûyan mil da milê me û me bi hev re li ber xwe da. Em ê car din bi hev re li dijî hemû hêzên serdest û dagirkeriyê dide meşandin bibin yek û ji bo pêşeroja zarokên xwe Sûriyeyêke demokratîk û wekhev ava bikin."
Îlhamê di dawiyê de jî bal kişan ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêma Şehba û wiha pê de çû: "Em soz didin gelê herêmê ku em ê bi hev re û wekhev bê ku cudahî bikeve nava netew û olan, em ê li ser xaka Sûriya demokratîk bijîn û herêmên ku di bin dagirkeriya serdestan de ye rizgar bikin û azadiya Efrînê misoger bikin. Dê ev komcivînên me yên bi vî rengî bibin wekheviya nava gelên herêm û ev yekbûna me dide diyarkirin ku em ê bi hêza xwe pirsgirêkên nava xwe de çareser bikin û diyalokên bi sûrî re jî hîn xurtir bikin."
Endama Mecilîsa Jinên Surî Lîna Bereket di axaftinên xwe de bal kişand li ser rola jinê ya di civakan de û wiha got: "Îro komcivîna me ya yekem li ser asta Sûrî tê li darxistin. Berê jî bi gelên vê herêmê re em bi hev re dijiyan. Ciyê ku tê de destihiladarî tune be li wir wekheviya gelan û zayendan heye. Di berê de gelê herêmê bi awayên eşîrtî xwe parastine. Ji niha û pê de bi hişmendiyek nûjen em ê car din hebûna xwe biparêzin û bi pêşengiya jinan civakê li ser lingan disekine. Ji niha û pê de jî wê jin bibin deng û rengê civakê. Di vê komcivînê de jî em hewil didin ku bibin deng û rengê jinên civaka Sûrî."