Polîsan destûr nedan blokên betonê yên derdora Şaredariya Pirsûsê bên rakirin

  • 13:28 3 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Şaredariya Pirsûsê bi biryara meclîsê re biryar da ku blokên betonê yên derdora şaredariyê rake. Polîsan blokên betonê yên şaredariyê rakiribûn, dîsan li derdora şaredariyê bi cih kirin.
 
Di 11’ê Îlona 2016’an de qeyûm tayînê Şaredariya Pirsûs a Rihayê hat kirin û qeyûm derdora şaredariyê bi blokên betonê girtibûn. Rêveberiya HDP’ê  ya  ji bo şaredariyê hat hilbijartin xwest blokên betonê yên derdora şaredariyê rake, lê polîsan asteng kirin. 
 
Şaredariya Pirsûsê bi biryara meclîsê re biryar da ku blokên betonê yên derdora şaredariyê rake, lê polîsan blokên betonê yên ji derdora şaredariyê hatibûn rakiribûn, dîsan paşve anîn û li derdora şaredariyê bi cih kirin.
 
Hevşaredar Hatîce Çevîk, diyar kir ku wan li ser biryara meclîsê biryar dan ku blokên betonê yên li derdora şaredariyê rakirin û şarederiyê li gel vekirin û wiha got: “Li ser vê yekê me blok rakirin. Roja ku me mezbata girt, ji bo rakirina blokan me nivîs ji qeymeqamtiyê re şand. Lê bersiva me nehat dayîn û me jî  li ser biryara meclîsê blok rakirin. Ji Wezaretê re jî me nivîs nivîsand. Em li bendêne ku dinava  heftê de bersiv ji me re were. Emê jî li gorî vê yekê bikevin nava tevgerê.”