Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê: 13 rojnameger di greva birçîbûnê de ne
- 11:57 3 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê rapora binpêkirinên mafan ên 4 mehan aşkera kir. 13 rojnameger li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û 14 rojnamgerên jin ji ber pîşeya xwe hatin girtin.
Bi minasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê bal kişand ser binpêkirinên mafên rojnamegeran ên 4 mehan. Daxuyanî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê hat dayîn. Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA), nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS), endamên Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê û gelek kedkarên çapemeniyê tevli daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê bi kurdî endama Platformê Fatîmê Tekîn û bi tirkî jî berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney ve xwend.
Fatîme, di axaftina xwe de bal kişandan ser girtina dezgehên medyayê û wiha got: "Piştî di sala 2016'an de OHAL hat îlankirin 173 dezgehên medyayê hatin girtin û bi hezaran kedkarên medyayê bêkar hatin hiştin. Bi hezaran nivîs, ajansên nûçeyan û nûçeyên ku bi riya xweser li înternetê dihatin dayîn hatin astengkirin. Medyaya alîgir a îktîdarê di pêvajoya hilbijartinê de rêgezên rojnamegeriyê binpê kirin. Piştî ku medya bi zext û zordariyê re rû bi rû ma, mafê azadiyê, mafê xweîfadekirinê û hiqûqa serbixwe hatin bêbandorkirin. Di rewşeke wisa de êdî medya bêwesf hat hiştin. Wezîfeya rojnamegeran ragihandina rastiyê ye, lê niha rojnamegerî wêrektiyeke mezin dixwaze."
'Medyaya hewzê bêdeng e'
Fatîme, da zanîn ku li hemberî greva birçîbûne û rojiya mirinê medyaya alîgir bêdeng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven 177 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. 4 rojin 5 jê jin bitevahî 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirine. Her wiha 7 girtiyan jî li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anin. Ji bo pêkanîna hiqûqê çalakiyeke bi vî rengî hat destpêkirin. Lê medyaya hewzê li hemberî çalakiyan bêdeng e û nabîne. Medya hewzê ji tiştên neyînî ku biqewîmin berpirs e. Bi hezaran kes ji bo daxwazeke mirovî bedena xwe ji mirinê re razandine."
'Tirkiye bû girtîgeha rojnamegeran'
Fatîme Tekîn, bal kişand ser rewş û berpirsiyariya rojnamegeran û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo rojnamegeren fikrên cuda ne girîng in û berpirsiyarî girîng e. Em wekî rojnameger, li hemberî kaosa li Tirkiyeyê, li hemberî zext û zordariyê divê di nav hewldanê de bin. Tirkiyê bi tabloyeke reş 3'ye Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê pêşwazî dike. Li gorî rapora Rêxistina Rojanemegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF), di sala 2019'an de Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 157'emîn de cih digere. Herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtî ne û Tirkiye wekî girtîgeha rojnamegeran tê binavkirin. Niha 12 rojnameger di greva birçûbûnê de ne û yek jî wan Kîbriye Evren e û 139 rojin di grevê de ye. Bêdengî ne tenê çalakvanan mirovahiyê jî dikûje. Herî zêde rojnameger vî tiştî dizanin û em li vir bang li hempîşeyên xwe dikin. Êdî rojnamegerî bûye qada têkoşînê û bi wêrektiya xwe li dijî bêdengiyê derkevin. Ji bo pîşeya xwe, mafê jiyanê, aştî û demokrasiyê divê em her tim di nav parastinê de bin. Em roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li hemû rojnamegeran pîroz dikin."
Di daxuyaniyê de li ser binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegerên jin hat rawestin û wiha hat rêz kirin:
Rojanegerek hat girtin û bi tevahî 14 rojnameger girtî ne.
5 rojnamger hatin tehliyekirin.
30 rojnameger hatin darizandin.
2 rojnameger bereat kirin.
2 rojnameger hatin derpkirin.
2 rojnamger hatin qetilkirin.
Telefona 3 rojnamgeran hat guhdarkirin.
Rojnamegerên ku greva birçîbûnê didomînin:
Kîbriye Evren 139 rojin di grevê de ye.
Gulîstan Îke 138 rojin di grevê de ne.
Dîlbîrîn Turgut di 15'ê Çîlê de li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê di grevê de ne.
Reyhan Hacioglu di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di grevê de ne.
Ozlem Seyhan di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de di grevê de ne.
Nedîm Turfent, di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Wanê di grevê de ne.
Ugur Akgul di 1'ê Adarê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di grevê de ne.
Ziya Ataman di 1'ê Adarê li Girtîgeha Wanê di grevê de ne.
Abdulkadîr Turay di 1'ê Adarê li Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê di grevê de ne.
Çetîn Kurşun di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di grevê de ne.
Mehmet Guleş di 5'ê Adarê li Girtîgeha Xerpê de di grevê de ne.
Îdrîs Yilmaz di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Xerpêtê de di grevê de ne.
Îdrîs Sayilgan di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê di grevê de ne.
Rojnamegerên girtî:
Ayşe Duzkan - Rojnameger
Asli Ceren Aslan, Mudura Karên Nivîsê ya Ozgur Gelecek
Ayşe Nazli Ilicak, nivîskara Rojnameya Yarına Bakiş
Ayşenur Parildak, Haberdar û Zaman
Burçîn Dokgoz, nûçegîhana Çorum eski Zaman
Ceren Taşkin, Hatayin Sesi
Hanim Buşra Erdal, nûçegîhan û nivîskara Eskî Zaman
Hatîce Duman, xwedî û Mudura Karên Nivîsê ya Rojnameya Atilim
Kîbriye Evren, nûçegîhana JinNewsê
Meltem Oktay, nûçegîhana DİHA'yê
Pinar Gayip, nûçegîhana ETHA'yê
Reyhan Hacioglu, edîtora Ozgurlukçu Demokrasî
Semîha Şahîn, edîtora ETHA'yê
Tuba Bulut, Rojnameya Yenîyaşamê.”