Li Gebzeyê polîs êrîş bir ser malbatan: 4 kes hatin binçav kirin
- 15:11 2 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL- Polîsan êrîşê çalakiya malbatên girtiyan a li ber Girtîgeha Gebzeyê kir û 4 kesan binçav kirin.
Çalakiya malbatên girtiyan a ji piştevaniyê ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ya Kocaeliyê ji 9’ê nîsanê e didome. Malbatan wek her roj xwestin li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar bixin û piştevaniyê bidin girtiyan. Polîsan êrîşê malbatan kir û 4 kesan bi derbkirinê binçav kir. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Gebzeyê.
Parêzerên piştevanî dan malbatan jî di kêliya mudaxeleyê de hatin derbkirin. Li aliyê din wêne û dîmenên rojnameger û parêzeran kişandin ji aliyê polîsan ve hatin paqij kirin.