Platforma Demokrasî û Kedê: Qêrîna dayikan divê êdî bigihêje wijdanê civakê
- 15:10 2 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Platforma Demokrastî û Kedê ya Amedê bang li rayedaran kir û got ji bo hiqûqê guh bidin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û wiha hat gotin: "Qêrîna dayikan divê êdî bigihêje wijdanê civakê ."
Platforma Demokrasî û Kedê li avahiya Şaxa 1'em a Êgîtîm-Sen a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li salona daxuyaniyê pankarta "Li dijî mirinan em jiyanê diparêzin" hat daliqandin. Sekretera Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkadên Cemaweriyê (KESK) Gulîstan Atasoy Tekdemîr û gelek kedkar tevli daxuyaniyê bûn. Nûnerê Herêmê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî.
Mehmet, bal kişand ser kaosa li Tirkiyeyê û wiha got: "4 salin welat bi kosê tê birêvebirin. Hiqûq hatiye betalkirin, bi telîmatan welat tê birêvebirin. Zext gihaşt asta herî bilind. Di pêvajoyeke bi vî rengî de parlementera HDP'a Colemêrgê birêz Leyla Guven ji bo aştiya vî welatî dest bi greva birçîbûnê kir. Piştre li welat û li derveyî welat welatî dest bi greva birçibûnê kir."
'Rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin'
Mehmet, di axaftina xwe de qala agahiyên ku li girtîgehan tê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Girtîgeh û derveyî girtîgehê heta îro 9 kes jiyana xwe ji des da. Rûmeta mirovatiyê hat binpêkirin. Her wiha nehiştîn ku malbat cenazeyên xwe defin bikin. Îktîdar, li şûna çareseriyeke demokratîk pêk bîne pirsgirêkan kûr dike. Li gorî agahiyên ku me li girtîgehan bi dest xistine, nehiştin ekîbên tendûristiyê yên serbixe biçin girtîgehan. Her wiha dayîna dermanên b1 b12 tê astengkirin."
'Dayik dixwazin bibin dengê zarokên xwe'
Mehmet, da zanîn ku li girtîgehan zextên li hemberî girtiyan her ku diçe zêdetir dibe û wiha got: "Li gorî agahiyên ku me bidest xistin ji hêla rêveberiyên girtîgehê bi hincetên cuda li koxuşan lêgerîn pêk tên û ji girtiyan re tê gotin ku 'dê li vir cenazeyê we derkevin'. Rewşa li girtîgehan hatiye asta herî krîtîk û li derve jî rewş bi vî rengî ye. Niha li girtîgehan rojiya mirinê hat destpêkirin. Dayikên ku zarokên van girtînê her roj li ber girtîgehê ne û di nava fikaran de dijîn. Nêzîkatiya wezîfedarên fermî ya li hemberî dayikên ku li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştîne pêk tînin, ne wijdanî ye. Ji bo zarokên xwe ketin nav hewldanan û dixwazin bibin dengê zarokên xwe. Dayik bi êrîş û zextên dijwar re rû bi rû man."
'Siyaseteke erzan tê kirin'
Mehmet diyar kir ku di 1'ê Gulanê de dayik bi lacikên spî tevlî mîtîngê bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di 1'ê Gulanê de xwestin dest daynîn ser lacikên spî yên dayikan. Ji ber nêzikatiya rêveberan welatî bi siyaseteke erzan re rû bi rû dimînin. Em wekî saziyên sivîl daxwazên dayîkan a ji bo zarokan 'Ji bo hûn bijîn, zarokên me dimirin' em dikevin nav hewldanan. Wekî Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê em bang li rayedaran dikin, ji bo hiqûqê guh bidin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê. Qerîna dayikan divê êdî bigheje wijdana civakê."