ESP, SKM, SGDF: Em bêhtir destê Leylayê digirin

  • 14:27 2 Gulan 2019
  • Rojane
EQNERE - ESP, SKM û SGDF ku greva birçîbûnê ya dorveger dewer gitin ji bo çalakiya grevê banga hestiyariyê kirin û wiha gotin: " Em ê destê Parlamenter xwe Leyla Guven ku bi çavên xwe di bin maskeya tendirustiyê de dikene bêhtir bigirin."
 
Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Meclisa Sosyalîst a  Jinan (SKM)  Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) çalakiya xwe y greva birçîbûnê ku li Stenbolê di 19'ê Nîsanê de bi awayê dorveger dabûn destpêkirin ji aliyê şaxên wan ên Enqereyê ve hat dewrgirtin. Bi dewergirtina çalakiyê ya ji aliyê komên ji 4 kesî pêk tê re li avahiya ESP'ê ya Enqereyê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Li salona ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta bi nivîsa "Bila tecrîd bi dawî bibe destê xwe bide Leylayê" hat daliqandin û 4 kesên ku grev dewer gitin laçikên spî dan serê xwe û maske dan ber pozên xwe. 
 
Beriya daxuyaniyê di destpêkê de endamê ESP'ê Îbrahîm Halîl Tosman axaftineke kurt kir. Îbrahîm diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven dest bi çalakiya grevê dikin û anî ziman ku ew ji bo bibin dengê girtiyan ê li darve ew ê dest bi çalakiya grevê ya bi dem û dorveger bikin.
 
'Berxwedêrên di grevê de ji milyonan re wiha dibêjin'
 
Helîn Yagmur Ucî li ser navê SGDF'ê daxuyanî xwend. Helîn  bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven a hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP2ê ya Colemrêgê di roja 176'emîn de berdewam dike û ev tişt got: "Ji Strasbourg heta bi Hewlêrê,  ji Parîsê heta bi Stockholmê û kesên ku li Eropayê bedena xwe ji birçîbûnê re razandine daxwaza wan heman e. Li gel çalakgerên di girtîgehê de bi dehan siyasetmedar, welatparêz, û gitiyên komunîst  bi daxwaza bila tecrîd bi dawî bibe li ber xwe didin. "
 
'Bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê vexwendina mirinê ye'
 
Hêlîn di berdewamiyê de anî ziman  ku ji 30'ê Nîsanê de li girtîgehan 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kir û wiha berdewam kir: "Ger ku Grava Îmraliyê jî bi qanûnên li vî welatî tê rêvebirin û li gorî rêgezên navneteweyî tevgerek lê heye divê ku li daxwazê girtiyên di gervê de ne jî guhdarî bê kirin û tecrîd bê rakirin. Greva birçîbûnê ne ji bo zerardayîna bedenê û ji bo ku mirov bimire ye.  Çalakiya greva birçîbûnê ya protestokirina binpêkirina mafan a navneteweyî ye. Heta roja îro 8 kes ji ber ku daxwaza wan nehatiye bi cihanîn dawî li jiyana xwe anîne. Kesên mayî jî em ci cerebeyên xwe yên berê dizanin ku wê di bedena wan de zarek mezin derkev holê."
 
'Em destê Leyla Guven bi hêztir digirin'
 
Hêlîn got ku çalakî di pêşengiya îradeya jinê de hatiye destpêkirin û îro jî bi nobeta dayikên girtiyan a li ber girtîgehan berdewam dike, ev çalakî ya tecrîdê tenê ne rojeva kurdan e û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Em wekî Partiy Bindestan a Sosyalîst, Meclisa Jinan a Sosyalît û Federasyona Komeleyên Sosyalîsta ên Ciwanan, ji roja çalakî hatiye destpêkirin de dibêjin Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd bi dawî bibe. Em ê destê Parlamenter xwe Leyla Guven ku bi çavên xwe di bin maskeya tendirustiyê de dikene bêhtir bigirin. Em dibêjin destê xwe dirêjî Leylayê bikin."
 
4 kesên di greva birçîbûnê de piştî nîvro çûn serdana partiyên siyasî û derbarê grevê de banga hestiyariyê kirin.