Li Amedê polîsan mudaxeleyê malbatên girtiyan kirin

  • 12:40 2 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Malbatên Girtiyan xwestin li Parka Koşuyoluyê, ji bo balê bikişinin ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê daxuyanî bidin lê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Hin dayik ji ber mudaxaleyê ji serhişê xwe çûn û gelek kes hatin binçavkirin.
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Parka Koşuyoluyê ya Rêzana Amedê xwestin daxuyaniyê bidin. Polîs mudaxeleyî malbatan kir û hin dayîk ji serhişê xwe çûn. Park ji hêla polîsan ve hat dorpeçkirin û ji hatin çûyînê re hat qedexekirin. 
 
Malbatên girtiyan, bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi meşê berê xwe dan TUAYDER'ê û li vir dest bi çalakiya rûnîştinê kir. Li gel dorpeça polîsan malbat çalakiya rûniştinê didomînin. Her wiha welatiyên ku piştgirî dan malbatan hatin binçavkirin.