Çalakiya Wanê ji aliyê koma 8'emîn ve hat dewirgirtin
- 12:39 2 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Çalakiya Greva birçîbûnê ya Xizmên Girtiyên ku li dijî tecrîdê dan destpêkiirn koma 8'emîn çalakî dewer girt.
Li gel çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 176'emîn de berdewam dike, çalakiya girtiyan ku li dijî tecrîdê bi armanca piştevaniyê dan destpêkirin jî didome. Bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û li gel vê 15 girtiyan jî dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye. Xizmên girtiyan jî ji bo balê bikişînin ser bêdengiya hikûmetê û vê bêdengiyê şermezar bikin greva birçîbûnê li avahiya HDP'ê ya Wanê bi awayê dorveger dane destpêkirin. Çalakiya ku hat destpêkirin ji aliyê koma 8'emîn ve hat dewergirtin.
Xecê Kiye ya ku çalakî dewr kir wiha got: "Em ê îro çalakiya ku me bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guvn û girtiyan dewerî koma 8'emîn bikin."
'Berxwedêr wê bi ser kevin'
Songul Kaçmaz a ku di nav koma wê çalakiyê dewer bigirin de cih girt jî ev tişt got: "Em wekî koma 8'emîn çalakiyê dewer digirin. Em di baweriya ku wê kesên bawer dikin bi ser kevin de ne û em ê bi ser kevin."