Di qezaya wesayîta karkeran de 7 jê jin 12 karkerî jiyana xwe ji dest dan
- 11:56 2 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - Li Tunûsê qeza pêk hat û di qezaya wesayîta karkeran de 7 jê jin 12 karkerî jiyana xwe ji dest dan.
Tunus yek ji welatên herî zêde qezayên kar çêdibin û herî zêde jî di wan qezayan de karkerên jin jiyana xwe ji dest didin. Li bajarê Sîdî Bû Zêd yê Tûnisê carek din jinên kedkar ên li nanê zarokên xwe digeriyan bûn qurbanê qezayek kar. Qezaya ku çêbû ya tirafîkê bûye, ji ber karkeran bê ewle li wesayîtan siwar dikin ji bo wê jî qeza çê dibin. Di nava 12 karkerên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan 7 jê jinên kedkar, zarokên wan hebûn. Di heman qezayê de 19 kes jî birîndar bûn.
Ev ne cara yekeme ku bûyera kuştina jinên kedkar û zarokên wan diqewime, her sal bûyerên wiha dubare dibin. Jinên karker ên ku ji bo debara zarokên xwe ji neçarî di zevî û erdan de dixebitin bi qezayên ji ber sedemên nebûna ewlehiya kar jiyana xwe ji dest didin. Ev bûyera ku qewimî ji ber xemsariya hikumeta Tunisê ye ku pêwîstiyên karkeran ên çûn û hatinê nayê çareser kirin, ji ber vê yekê ev bûyer bûye mîna parçeyek ji jiyana rojane û her dem dertê pêşiya karkeran.
Komeleya jinên demokratik ên Tunusê nerazîbûn nîşanî bûyerê dan û anîn ziman ku divê hikumet baldar tev bigere û zext li hukumetê bê kirin da ku karibin çûn û hatina jinên ku karê çandiniyê dikin hêsan bibe û ev pirsgirêk were çareserkirin.
Wezîra jinan a Tunisê Nezîha El-İbêdî di derbarê vê bûyerê de ev nirxandin kir: “Em ê yekser bi aliyên fermî re pêwendiyan dînin da ku pirsgirêkên dibe sedema qezayan çareser bibin."