Parêzerên Abdullah Ocalan cara 811’emîn serî li dozgeriyê dan
- 11:14 2 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê pê re bikin cara 811’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Rêzan Sarica, Newroz Uysal û Faîk Ozgur Erol bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 811’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ji ber hêcetên cuda nikarin li gel Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin.