Di meha Nîsanê de herî kêm 20 jin hatin qetilkirin 20 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin

  • 11:03 2 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Şîdeta li hember jinan di meha Nîsanê de jî berdewam kir û herî kêm 20 jin hatin qetilkirin, 20 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin. Ligel vê daxistina cazeyên der barê gumanbaran de jî berdewam kir.
 
Şîdeta li hemberî jinê ji sedî hezar û 400 zêde bû, îstîsmara zarokan jî zêde bû. Di meha Nîsanê de jî tablo dîsa neguherî. Li gorî daneyên me kom kiriye di meha Nîsanê de 20 jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatine qetilkirin û 4 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 15 jin rastî tacîz û tehdîdê hatin. 10 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, 3 zarok hatin qetilkirin û ji bo 5 gumanbarî jî ji rewşa baş ceza hat daxistin.
 
Daneyên meha Nîsanê wiha ne:
 
*Li Edenê Mehmet O. Ayla O. ya dest jê berdida, û du kesên din qetil kir û yek jî birîndar kir.
 
*Li Yenîşehîr a Mersînê kesê bi navê U.T Eda Kaymakli qetil kir.
 
*Li Serêkaniyê ya Rihayê Ozge Y. ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin.
 
*Li Bîleçîkê mêrê bi navê Arîf Karakoç, Dîlek Karakoç qetil kir.
 
*Li Manîsayê mêrê bi navê Tennur O. Fatma Bayram û keça xwe Rabîa Bayram qetl kir.
 
*Li Kadikoy a Stenbolê kesê bi navê Denîz hevjîna xwe Arzu Sabancioglu qetil kir
 
*Li Osmaniyê çawîşê pispor Alî Riza Çankir, hevjîna xwe Sultan Canbur qetil kir.
 
*Li Konak a Îzmîrê Kenan Akçali hevjîna xwe Sîbel Akçali qetil kir.
 
*Li Wêranşarê mêrekî hevjîna xwe Ayşe Îlyan qetil kir.
 
* Li Tîreyê Suat U. Hatîce U. qetil kir.
 
Mirinên bi guman
 
*Li Kadinhani a Konyayê cesedê jinekê ya hatibû definkirin hat dîtin.
 
*Li Haliliye ya Rihayê, Hayat hatabab û dayika xwe li malê hatibûn qetilkirin.
 
*Li Heweg a Rihayê Esra K. bi guman jiyana xwe ji dset da.
 
*li Halîliye ya Rihayê jina bi navê Hasret hat îdiakirin ku xwe ji sîwana avahiyê de avêtiye.
 
*Li Navçeya Sincana Enqereyê H.T (41) û keça wê H.Y.T (8) li hemama ku çûbûnê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. 
 
Şîdet
 
*Li Seyhan a Edenê Abdulkadîr Ç. li hevjîna xwe H. A şîdet pêk anî û H.A ya ducanîbû bebeka xwe winda kir.
 
*Li Ereglî ya Zonguldakê Erdal O. jinek îstîsmar kir
 
*Li Korfez a Kocaeliyê Şahîn T. tecawizê H.A kir.
 
*Li Stenbolê ajokarê teqsiyê Fatîh K. jina bi navê Y.S ya li wesayîta wî siwar bibû tecawizê wê kir û alavên wê girt.
 
*Li Êlihê mêrê bi navê V.G li kafeyekê hevjîna xwe dîl girt û tehdîd kir.
 
*Li Avcilar a Stenbolê di metrobusê de Fatîh Ozdemîr jinek tacîz kir.
 
*Li Adapazari kesê bi navê P.T Ahsen Demîrcî û Nur Yilmaz bi çekê birîndar kir.
 
*Prof. Dr. Hasan Bîlgen li klînîka xwe ya taybet li hember jinekê êrîşa zayendî pêk anî.
 
*Li Konak a îzmîrê Ramazan D. Huniye D. birîndar kir.
 
*Li Konyayê E. Y, jinek astengdar îstîsmar kir.
 
*Li Denîzliyê li mexazeyekê xebatkarekê mexazeyê jinek tacîz kir. 
 
Îstîsmarkirina zarokan
 
*Li Boluyê Sedat Kirbacan li hember zarokekê îstîsmar zayendîpêk anî.
 
*Li Bornova ya Îzmîrê Tunay Ç zarokek îstîsmar kir.
 
*Li Salona Sporê ya Ozdemîr a Enqereyê îstîsmarkirina zarokan derket holê.
 
*Li Kuçukçekmece ya Stenbolê zarokek rastî îstîsmara zayendî ya du mêran hat.
 
*Li Kuçukçekmece ya Stenbolê hewldana îstîsmara zayendî ya li hember zarokê pêk hat.
 
*Li Alanyayê bavekî zaroka xwe îstîsmara zayendî kirkir.
 
*Li Balikkesîrê mamosteyê rehberê O.A li hember du xwendekarên xwe îstîsmara zayendî pêk anîn. 
 
*Li Denîzliyê Rifat Çubuk li hember zarokê tacîza zayendî pêk anî.
 
*Li Mersînê li dibistanekê H.T 6 zarok îstîsmara zayendî lê pêk anî.
 
* İzmir'de engelli bir çocuk komşuları B.A.  tarafından cinsel istismara maruz bırakıldı.  
 
*Li Meletê bavekî îstismara zayendî li zaroka xwe kir.
 
*Li Dîlokê Mehmet D. zarokek îstismar kir. 
 
 *Mêrê bi navê S.K li Boluyê zarokek bi tacîza zayendî rû bi rû hişt. 
 
 *Li Beyogluya Stenbolê kesekî navê wê nehat hînbûn zarokek bi tacîza devkî û bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. 
 
Zarokên hatin qetilkirin
 
*Li ser riya Aydin-Muglayê cesedê zarokek 15 salî ya hatibû qetilkirin hat dîtin. 
 
*Li Suleymaniyeyê zaroka 13 alî ya ji mala xwe derket û venegeriya qetilkirî hat dîtin.
 
*Li Enqereyê zarokek bi navê A.D bi awayekî gumanbar li mala xwe mirî hat dîtin. 
 
Daxistina "halê baş" yên dadgehan
 
*Li Geverê Sedat E. yê ku îstismara zayendî li du zarokan kir bi daxistina "halê baş" 8 sal ceza girt. 
 
*Serokê komeleya parastina zarokan a ji tacîzê Erhan Nacar ê ku zarokê xwe îstismar kir di dadgeha yekem de hat beratkirin. 
 
*Li Giresûnê O.Y û M.Ç yên ku jina bi navê Hava K. ya ji sedî 75 astengdar îstismar kirin serbest hatin berdan. 
 
*Mêrê bi navê Tacettin Yerli yê ku li Enqereyê zarokek îstismar kir ji ber daxistina "halê baş" 20 sal ceza girt. 
 
*Erdal O yê ku li Navçeya Eregli ya Zonguldakê zarokek îstimar kir 4 sal û 2 meh ceza girt.