Du zarokên wê di grevê de ne: Em dayik dê vê berxwedanê bi encam bikin

  • 09:21 2 Gulan 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu - Şehrîban Aslan
 
AMED - Jina bi navê Raîfe Elyakut ku kurekê wê ji 5’ê Çile de û yê din jî ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew heta dawî li pişt zarokên xwe ne û wiha got: “Serkeftin wê ya wan be. Em dayik dê vê berxwedanê bi encam bikin. Em bigihêjin azadiya xwe jî û zarokên xwe jî.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 176’emîn de didome. Di 16’ê Kanûnê de li 10 girtîgehan 36 girtî tevlî çalakiyê bûn û niha di roja 138’emîn de. Di 17’ê Kanûnê de li 3 girtîgehan 10 girtiyan dest bi çalakiyê kirin û di roja 137’emîn de. Di 26’ê Kanûnê de li 13 girtîgehan 35 girtiyî dest bi grevê kirin û di roja 128’emîn de ye. Di 5’ê Çile de li 26 girtîgehan 100 girtî ketin grevê û çalakiya wan jî di roja 118’emîn de ye. Ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehan 7 hezar girtî ketin grevê. Her wiha ji 30’ê Nîsanê şûnde 15 girtî greva xwe veguhertin rojiya mirinê.
 
Du birayên hev Alî Haydar û Alî Ejder Elyakut bi salane di girtîgehê de ne û ew jî di grevê de ne. Alî Haydar Elyakut li girtîgeha Tîpa T ya Karabukê ji 5’ê Çile de ye di grevê de ye û Alî Ejder Elyakut jî li girtîgeha Tîpa T ya Panosê ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ye.
 
Dayika wan Raîfe Elyakut diyar ki ku ev 25 salin li ber deriyên girtîgehane û wiha got: “Beşek mezin a jiyana min li girtîgehan derbas bû. Alî Haydar biçûk bû, 16 salî bû hat girtin. Diçû lîseyê. 25 salin di girtîgehê de ye. Dema bavê wan girtîbû ez bi Haydar re diçûm girtîgehê. Haydar mezin bû ew jî ket heman girtîgehê. Ejder 24 salin girtiye. Ejder jî 16 salî ket girtîgehê. Zarokên min ji ber Kurd bûn hatin cezakirin. Ji bo her yekê 36 sal ceza hat birîn.
 
‘Her saniye zarokên me di bîra me de ne’
 
Raîfeyê destnîşan kir ku bi tesadufî bihistiye ku kurên wê ketine grevê û wiha berdewam kir: “Zarokên min yên li gel min ji min veşartin. Min bi tesadufî navê wan di înternetê de dît. Cîhana min bi serê min de xera bû. Ne şeva min şev e, ne roja min roj e. Ez li mala xwe bi awayekî dilxweş xwarinê çênakim. Ez nikarim razêm. Li mala min aramî nema. Wekê jiya me qedyaye. Rewşa Alî Haydar hatiye asta krîtîk. Haydar nikare bimeşe. Nikare qedehê rake. Hewl dide ji me veşêre lê nikare veşêre. Çavên wî êdî nabînin. Wisa biçe wê çavên xwe winda bike. Çerm û hestî maye. Lê tevî vê ev moral dide min. Ez ji Karabukê hatim çûm Panosê. Alî Ejder jî wek birayê xwe ez teselî kirim. Zarokên me ne mirinê, jiyanê dixwazin. Li girtîgehan zilm li zarokên me tên kirin. Êdî bes e, em mirinan naxwazin.”
 
‘Ger em deng bilind bikin wê pêngav bê avêtin’
 
Raîfeyê wiha dawî lê anî: “Zarokên me ketin meha 5’an a grevê. Leyla Guven 6 meh qedand. Lê ji tu kesî deng tune. Rayedarek nabêje ‘Êdî bes e.’ Emîne Erdogan dibêje ‘Ez dayikim, ez naxwazim ciwan bimirin.’ Belê niha derkeve dayiktiya xwe nîşan bide. Ciwan dimrin. Bêje ‘bes e.’ Çareseriyekê bibîne. Ger em deng derbixin wê dewlet pêngavê bavêje. Em dayik wê vê berxwedanê bi encam bikin. Ez bang li hemû gelên Kurd û Tirk dikim ku piştgiriyê bidin girtiyan.”