‘Aştiya Kurdistanê mifteya aştiyê ya tevahiya Rojhilata Navîn e’

  • 09:16 2 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Li ser pêvajoya Rojhilata Navîn di 13-14’yê Nîsana 2019’an de dûyemîn konferansa Aşitiyê ya Keskê hat lidarxistin. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan ya bi navê Rosa, Ayla Akad ku beşdarî koferansê bû got:"Em aşitiya Kurdistanê mifteya aşitiyê ya tevahiya Rojhilata Navîn dibînin û yê ku rola herî girîng bileyîze wê jin be."
 
Li ser pêvajoya Rojhilata Navîn di 13-14’yê Nîsana 2019’an de dûyemîn konferansa Aşitiyê ya Keskê hat lidarxistin. Konferansa duyemîn di 13-14’ê Nîsana 2019’an de li eywana konferansê ya Tarik Akan a li Bajarê Stenbolê hat lidarxistin. Rojeva konferansê di derbarê rewşa Rojhilata Navîn û ji bo aşitiyê divê kîjan polîtîka werin pêşxistin bû. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan ya bi navê Roza Ayla Akad derbarê konferansê de axivî. Ayla wiha got:"Bi biryara KESK'ê konferansa yekemîn ya aşitiyê hat lidarxistin. Em jî li ser navê TJA’yê beşdarî Koferansa Aşitî yê bûn. Ji her cihê rojhilata navîn tevlîlbûna jinan pêk hat. Li ser rewşa Rojhilata Navîn û rolê jinê di pêvajoya Aşitîyê hat nirxandin. Em dizanin her tim biryara şer û tundiyê bi awayekî hêsan tê dayîn. Lê mixabin biryara dayina aştiyê û xistina wê ya meriyetê pir zor e, bi vê yekê re jin dibe mexdurê biryarên ku negirtiye."
 
‘Li Rojavayê Kurdistanê modela ku bibe çareseriya Rojhilata Navîn pêş ketiye’
 
Ayla Akat got;" Em jî li ser navê TJA’yê beşdarî koferansa Aşitî yê bûn. Ji her cihê rojhilata navîn tevlîlbûna jinan pêk hat. Li ser rewşa Rojhilata Navîn û rolê jinê di pêvajoya Aşitîyê hat nirxandin. Em dizanin her tim biryara şer û tundiyê bi awayekî hêsan tê dayîn. Lê mixabin biryara dayina aştiyê û xistina wê ya meriyetê pir zor e, bi vê yekê re jin dibe mexdurê biryarên ku negirtiye. Em dikarin bi kurtasî bibêjin di Rojhilata Navîn de tevî jin nabin hevparê girtina biryara şer yê ku herî bi bandor dibin jî jin in. Destpêkê bedena jinê weke xaka desteserkirî tê temaşekirin. Di vê çarçoveyê de di destpêka sala 2011’an de pêvajoyek ji Bakurê Afrîkayê dest pê kirî û li tevahîya Rojhelata Navîn belav bûyî heye. Ev yek bi navê Bihara Ereban tê binavkirin. Lê vê carê pêvajoyek ku vedigere zivistana gelan pêk tê.  Dîsa li Rojavayê Kurdistanê rewşek ya ku bibe modela çareserkirina van şeran hatiye afirandin. Yek ji serkêşên ev model afirandiye û pêşengtiya vê yekê kiriye jin e."
 
‘Em jinên berxwedêr in’
 
Ayla anî ziman ev erdnîgariyek wisa ye ku divê bi awayekî girîng aşitî were nirxandin û wiha dewam kir:"Dema em  Rojhelata Navîn dinirxînin, di heman demê de ji bo xaka xwe jî em di nav heman lêkolînan de ne. Şerê ku li vir bi bandor bûye wê çawa bi awayek demokratîk bigihêje encamê mijara herî girîng e ji bo me. Em jinên berxwedêr in. Gotina Aşitî wisa hêsan nîne. Destpêkê afirandina çareseriya demokratîk û piştî wê nirxandina Aşitîyê armanca me ye. Em ji bo modela çareserîyê di rolek girîng de ne. Hilweşandina bingeha sîstema serdest ne hêsan e. Divê ji bingehê bê hilweşandin. Serdest dev ji paldanka xwe bernadin dema dev ji paldanka xwe berdin dê pirsgirêk çareser bibe. Çimkî ew ne ji bo  pirsgirêkên civakê tenê ji bo paldanka xwe li berxwe dide."
 
Ayla herî dawî got;"Em aştiya Kurdistanê mifteya aşitiyê ya tevahiya Rojhelata Navîn dibinin û yê ku rola herî girîng bileyîze wê jin be. Li ser bingeha nûkirin û avakirina  çareseriyê divê bêtir konferans bên lidarxistin. "