‘Ger qanûn pêk bên wê gelek pirsgirêk jî bên çareserkirin’

  • 09:12 2 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji Komeleya Piştevaniya Jinan Muzeyyen Alpşen, diyar kir ku gelek pêkanînên ku ne qanûnî ne û wek qanûnîne tên nîşandan hene û wiha got: “Divê kes nemire. Divê demildest wezareta dadê bikeve tevgerê. Divê tecrîd bê rakirin. Ger qanûn pêk bên ji xwe hemû pirsgirêk jî wê çareser bibin.”
 
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji aliyê hezaran girtiyî ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, didomin û gelek girtî rewşa wan hatiye asta krîtîk. Dayikên ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyan li ber girtîgehan hatin cem hev jî ji aliyê polîsan ve rastî êrîşê hatin û tevî van pêkanînan wezareta dadê û rayedarên hikûmetê tu pêngav neavêtiye. Her wiha 15 girtiyî jî di 30’ê Nîsanê de çalakiya xwe veguhertin rojiya mirinê.
 
Ji Komeleya Piştevaniya Jinan Muzeyyen Alpşen balkişand ser tecrîdê û bi lêv kir ku tecrîd şerma mirovahiyê ye û divê bi dawî be û got ji bilî greva birçîbûnê çareyeke din a girtiyan tune ye.
 
‘Divê wezareta dadê peywira xwe bîne cih’
 
Muzeyyenê di berdewamiyê de bi lêv kir gelek kes dema xwarinê dixwin girtiyên di grevê de tên ber çavên wan û divê tu kes nemire, ji bo kes nemirin jî divê wezareta dadê demildest bikeve tevgerê û divê tecrîd rabe.
 
‘Ger qanûn pêk bên pirsgirêk jî wê bên çareserkirin’
 
Muzeyyenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên ji aliyê îdeolojiya serdest a mêr ve hatine dorpêçkirin, her tim tecrîdkirinê ne, lê jin li her qada jiyanê dest didin hev. Jin tora piştevaniyê dihonin. Ev dikarin zêdetir bên xurtkirin. Ger qanûn pêk bên ji xwe wê her tişt bê çareserkirin. Ya girîng divê em di zanebûna vê de bin. Îro çalakiyek wisa sibe çalakiyek cuda. Divê canê me bişewite. Divê em dema xwarinê dixwin ew bên bîra me. Gelek pêkanînên ne qanûnî ne û wek qanûnî tên nîşandan hene. Divê kes nemire. Divê demildest wezareta dadê bikeve tevgerê. Divê tecrîd bê rakirin. Ger qanûn pêk bên ji xwe hemû pirsgirêk jî wê çareser bibin.”