Ji bo du dîwaran 2 mîlyon TL pere xerc kirin

  • 09:10 2 Gulan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX -  Di dema qeyûm Mehmet Aga yê tayînê şaredariya Cizîrê bû de ji bo restorekirina du dîwarên li Qesra Mehmet Axa Mala Dengbêjên Cizîrê 2 mîlyon TL hat xerckirin.
 
Li Şaredariya Cizîrê ya ku di hilbijartinên herêmî de ji qeyûm hat girtin, lêçûnên ku 3 salan hatine kirin yek bi yek dertê holê. Li Qesra Mehmet Axa Mala Denbêjên Cizîrê ku pirtûkxana wê di dema qeyûm de hat belavkirin û wêneyên têde hatin rakirin, ji bo restorasyona du mehan berdewam kiriye jî 2 mîlyon pere hatiye xerckirin. Derket holê restorasyon li du dîwarî hatiye kirin û ne li gorî bingeha dîrokî hatiye betonkirin.
 
Piştî qeyûm hatibû tayînkirin wêneyên hunermendên Kurd yên li Mala Dengbêjan hatibû rakirin. Lê niha wêne dîsa hatin daliqandin û hat hînbûn ku pirtûkên pirtûkxaneya Melayê Cizîrê jî şandina Kiraatxaneya Mîllet. Hat diyar kirin ku pirtûkên hatine şandin wê di rojên pêş de bên cihên xwe.
 
Hinek dîwarên Mala Dengbêjan li boyaxa reş hatiye boyaxkirin û hat dîtin ku hinek alavên odeyan kêmin. Her wiha bi xebateke bêpergal tê dîtin ku aliyê dîrokî bi restorasyonê hatiye xerakirin.