Ji ber daxwaz nehatin cih, 19 sal şûnde dîsa rojiya mirinê

  • 09:08 2 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Piştî rojiya mirinê ya sala 2000’î ku gelek mirin jî çêbûn, 19 sal şûnde ji ber hikûmetê daxwaz qebûl nekir û bêdengiya rayagiştî 15 girtîyî dîsa dest bi rojiya mirinê kirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ya bi armanca daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 140 roje didome û der barê daxwazan de jî tu pêngav nehatin avêtin. Ji ber bêdengiya civakê û saziyên navneteweyî di 30’ê Nîsanê de 15 girtîyî dest bi rojiya mirinê kirin. 
 
Li Tirkiyeyê yekem greva birçîbûnê
 
Li gorî hinek çavkaniyan li Tirkiyeyê yekem greva birçîbûnê helbestkar Nazim Hîkmet pêk aniye. Nazim 12 salan di girtîgehê de dimîne di 1946’an de ji bo tahliyekirinê daxwaznameyê dide TBMM’ê û piştî daxwaz tê redkirin di 8’ê Nîsana 1950’î de dikeve greva birçîbûnê. Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan jî beriya bên darvekirin di Nîsana 1972’an de li girtîgeha Mamak a Leşkerî greva birçîbûnê ya 12 rojan dan destpêkirin. Beriya darbeya 12’ê îlonê û piştî wê jî gelek grev hatin kirin.
 
Bi darbeya 1980’ê re ji ber zextan li girtîgehan grevên birçîbûnê belav bûn. Ewil refleks ji girtîgeha Amedê hat. Kadroyên pêşeng ên PKK’ê li girtîgeha hejmara 5'an a Amedê dest bi grevê kirin û 5 kesî di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan. Alî Erek di 20’ê Nîsana 1981’an de nanê ku bi zorê danê û boriya xwarina wî birî, jiyana xwe ji dest da. Kemal Pîr di 7’ê Îlonê, Hayrî Durmuş di 12’ê îlonê de, Akîf Yilmaz di 15’ê îlonê de û Alî Çîçek jî di 17’ê îlona 1982’an de jiyana xwe ji dest dan. Di 1984’an den jî Orhan Keskîn û Cemal Arat di greva 54 rojî de jiyana xwe ji dest dan. Di 1988’an de meha Sibatê de Mehmet Emîn Yavuz di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.
 
Ji greva birçîbûnê ber bi rojiya mirinê ve
 
Di 11’ê Nîsana 1984’an de li girtîgeha Metrîsê girtiyên doza Şoreşa Çep û doza TÎKB li dijî pêkanînan dest bi grevê kirin û ev çalakî bi 400 girtî re di roja 45’an de veguherî rojiya mirinê. Di roja 60 û 70’ê de Abdullah Meral, Haydar Başbag, M. Fatîk Oktulmuş, Hasan Telcî jiyana we ji dest dan. 
 
Di 1989’an de girtiyên bi navê Husnu Eroglu û Mehmet Yalçinkaya ji ber ji Eskîşehîrê surgunî Aydinê hatin kirin, ketin greva birçîbûnê û di 2’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan. Di 1995’an de li 50 girtîgehê 5 hezar girtî ketin grevê û 2 girtîyan jiyana xwe ji dest dan. Heta sala 2000’î greva herî mezin di 1996’an de hat jiyîn.
 
Rojiya mirinê ya 96’an
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê di 1996’an de berxwedaneke rojiya mirinê ya cidî hat destpêkirin. Di 20’ê Gulana 1966’an rêxistinên cuda daxuyaniyek hevpar dan û gotin li dijî êrîşên li hember girtiyan ketine grevê. Di rojiya mirinê ya 1996’an de 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Aygun Ugur (63 roj TKP-ML), Aldan Berdan Berdan Kerimgiller (65 roj DHKP-C), Îlgînç Ozkeskin (66 roj DHKP-C), Huseyîn Demîrcîoglu (67. roj MLKP), Ali Ayata (68 roj TKPML), Mujdat Yanat (68 roj DHKP-C), Ayçe Îdil Erkmen (69 ROJ DHKP-C), Tahsin Yilmaz (69. roj TİKB), Yemlîha Kaya (69 roj DHKP-C), Hîcabi Kuçuk (69 roj TİKB), Hayatî Can ( Piştî çalakî bi dawî bû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da TKP-ML)
 
Rojiya mirinê ya sala 2000’î
 
Di 20’ê cotmeha 2000’î de girtiyên DHKP-C, TKP-ML û TKÎP diyar kirin ku dest bi greva birçîbûnê dikin. Çalakî piştî mehekê veguherî rojiya mirinê û 816 girtî rojiya mirinê da destpêkirin. Di 21’ê Adara 2001’ê de girtiyê bi navê Cengîz Soydaş yê li girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê jiyana xwe ji dest da. Piştre agahiyên mirinê hatin. 
 
Di 30’ê Nîsanê de 15 girtiyên PKK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin, bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome û ji 30’ê Nîsanê şûnde jî li girtîgehên Amed, Wan, Gebze û Bakirkoyê 15 girtiyî dest bi rojiya mirinê kir. 
 
Girtiyên ketine rojiya mirinê wiha ne;
 
Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek
Girtîgeha Jinan a Gebzeyê: Ardil Çeşme, Asli Dogan
Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê: Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk
Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A.Haluk Kaplan, Ferhat Turgay