'Kurd qir nabin, wekî kavkulîlkan şîn dibin û dijîn'

  • 09:03 2 Gulan 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Dewleta Tirk bi hevkariya Rûsya, Îran û Rêjîma Sûriyeyê li herêma Efrînê êrîş pêk anî û niha jî dîwar ava dike. Jinên Efrînê derbarê vê mijarê de gotin:"Erdogan dixwaze Efrînê mîna Lîwa Îskenderon bike."
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de Dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe ya pêşketî ku çekên Almanî jî di nav de hebûn, êrîşî herêma Efrînê kir. Piştî berxwedana 58 rojan di 18'ê Adarê de tirkiye Efrîn girt. Piştî vê yekê li Efrînê revandin, tecawiz, kuştin û guhertina demografiya herêmê pêk hat. Niha jî ji aliyê dewleta tirk ve dîwar li herêma Efrînê tê lêkirin, lê ev yek rastî bêdengiyeke navneteweyî û taybet a Rêjîma Sûriyeyê tê. Têkildarê mijara lêkirina dîwarên li herêma Efrînê, rêveberên jin û dayîkên Efrînê axivîn.
 
Tevî ku cîhan dibîne, lê dîsa jî bêdeng e!
 
Ehlam Umer Hevseroka Komîna Ş.Avêsta lêkirina dîwar şermezar kir û wiha dom kir:"Tevî ku cîhan tevahî dibîne ku Dewleta Tirk çi dike  lê dîsa jî bêdengiya xwe diparêzin. Di 2014'an de bi navê DAIŞ'ê êrîşî Şengalê hat kirin û îro jî Efrîn dagir kirin. Armanca Tirkiyeyê ew e ku kurdan qir bikin. Tirkiye di siyasetê de bin ketiye di aliyê leşkerî de dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike."
 
Beşar El-Esed tu çima dibî hevkarê parçekirina Sûriyeyê?
 
Ehlamê wiha dewam kir:"Tirkiyê bi hevkariya Rûsya, Îran û Rêjîma Sûriyeyê xaka Sûriyê parçe dikin mînaka wê jî Efrîn e û rastî bêdengiya van hêzan tê. Beşar EL-Esed tu çima dibî hevkarê parçekirina xaka Sûriyeyê?"
 
'Beşar EL-Esed çawa Lîwa Îskenderona firot, Efrîn jî firot'
 
Dayika Efrînî ya bi navê Ferîde Mustefa jî wiha dibêje:"Armanca Erdogan Kurdistanê parçe bike ye. Çima civaka Navdewletî û Rûsiya, Îran û Rêjîma Sûriyeyê xwe ker, lal û kor kiriye? Beşar El-Esed niha Sûriyeyê difroşe dijmin û neyaran. Wekî çawa Lîwa Îskenderon firot Efrîn jî firote Rûsya û Tirkiyeyê."
 
'Kurd qir nabin, wekî kavkulîlkan şîn dibin û dijîn'
 
Ferîdeyê wiha got:"Bila nebêje ku min qedehek ava Efrînê vexwar, em ê wê ava Efrînê di zikê wî de bikin jehir. Osmaniyan û neviyên wan bi hezara komkujî derheqê gelê Ermen û Kurdan de pêk anîne. Kurd di bin şikefta de dihiştin û li ser wan bêton kirin armanca wan qirkirina kurdan bû, lê kurd ji nû ve şîn bûn û wekî kavkulîlkan jiyan." 
 
'Em ê dîwar bi ser serê Tirkiyeyê de hilweşînin'
 
Ferîdeyê got dîrok dibe şahidê neheqiyên Tirkiyeyê û hevkarên wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîrok serdema azadiyê û serîhildana gelê Kurd dinivîse. Em ê hesab ji Tirkiyê bipirsin û dîwar bi ser wan de hilweşînin."