ROJEVA 2'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 2 Gulan 2019
- Rojev
*Dewleta Tirk bi hevkariya Rûsya, Îran û Rêjîma Sûriyeyê li herêma Efrînê êrîş pêk anî û niha jî dîwar ava dike. Jinên Efrînê derbarê vê mijarê de gotin:"Erdogan dixwaze Efrînê mîna Lîwa Îskenderon bike." DÎMEN HEYE
*Li ser pêvajoya Rojhilata Navîn di 13-14’yê Nîsana 2019’an de dûyemîn konferansa Aşitiyê ya Keskê hat lidarxistin. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan ya bi navê Roza Ayla Akad ku beşdarî koferansê bû got:"Em aşitiya Kurdistanê mifteya aşitiyê ya tevahiya Rojhilata Navîn dibînin û yê ku rola herî girîng bileyîze wê jin be." DÎMEN HEYE
* Jinên Gundê Sarûncê bi xweza û çandiniyê girêdayine, daxwaza wan ew e ku pirsgirêka avê li gundê wan çareser bibe. Jinê li gund dijîn tînin ziman ku li gundê wan jiyanek hevpar heye û ew ji gundê xwe gelek hez dikin. DÎMEN HEYE
*Piştî rojiya mirinê ya sala 2000’î ku gelek mirin jî çêbûn, 19 sal şûnde ji ber hikûmetê daxwaz qebûl nekir û bêdengiya rayagiştî 15 girtîyî dîsa dest bi rojiya mirinê kirin.
*Ji Komeleya Piştevaniya Jinan Muzeyyen Alpşen, diyar kir ku gelek pêkanînên ku ne qanûnî ne û wek qanûnîne tên nîşandan hene û wiha got: “Divê kes nemire. Divê demildest wezareta dadê bikeve tevgerê. Divê tecrîd bê rakirin. Ger qanûn pêk bên ji xwe hemû pirsgirêk jî wê çareser bibin.”DÎMEN HEYE
*Girtiyê bi navê Muhammed Kartal yê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne, 63 roje di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Afîfe Kartal da zanîn ku ew ji têkoşîna ku zarokên wan didin hêzê digirin û wiha bang li Emîne Erdogan kir: “Zarokên te jî hene, hela bila keça te an jî kurê te çend rojan ji ber çavê te winda bibe, an jî tiştekî nexwe, venexwe tê çi bikî?” DÎMEN HEYE
*Di dema qeyûm Mehmet Aga yê tayînê şaredariya Cizîrê bû de ji bo restorekirina du dîwarên li Qesra Mehmet Axa Mala Dengbêjên Cizîrê 2 mîlyon TL hat xerckirin.DÎMEN HEYE
*Jina bi navê Raîfe Elyakut ku kurekê wê ji 5’ê Çile de û yê din jî ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew heta dawî li pişt zarokên xwe ne û wiha got: “Serkeftin wê ya wan be. Em dayik dê vê berxwedanê bi encam bikin. Em bigihêjin azadiya xwe jî û zarokên xwe jî.DÎMEN HEYE
*Şîdeta li hember jinan di meha Nîsanê de jî berdewam kir û herî kêm 20 jin hatin qetilkirin, 20 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin. Ligel vê daxistina cazeyên der barê gumanbaran de jî berdewam kir.