Bi hezaran ji Bakirkoyê bang kirin: Em alîgirên jiyanê ne

  • 17:48 1 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Di Mîtînga 1'ê Gulanê de ya li Bakirkoyê bertekên li hemeber çewisdandina kedê û tecrîdê bi dirûşmên "Kar, Edalet û û Azadiyê" anîn ziman. Di pîrozbahiya ku rakirina tecrîdê hat xwestin de wiha hat gotin: "Jinên ku li Qada Galatasarayê eqûbeta zarokên xwe pirsîn, dayikên ku bertek nîşanî bêdengiya li hemer çalakiya girevê ya zarokên xwe nîşan didin û li hemberî zilma mêrê serdest serê xwe natewînin, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, li qada 1'ê Gulanê ji bo bedena xwe nasname û keda xwe bang dikin." 
 
Pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê vê salê li Qda Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê bi tevlibûna bi hezaran hat pîrozkirin. Mîtînga ku bi dirûşma "Ji bo ked, Azadiyê 1'ê Gulanê" bi rêzgirtinê hat destpêkirin û piştre koma muzîkê Gurup Vardiya derket ser dikê. 
 
'Em ê taxksîmê  ji nû ve bi dest bizin'
 
Di mîtînga ku bi koroya DÎSK'ê hat destpêkirin srûda 1'ê Gulnê ya navneteweyî hat xwendin  û Arzu Çerkez Oglu dest bi axaftinê kir: Arzu di axaftina xwe de wiha got:  Em taxsîmê wekî Kada 1'ê Gulanê ji nû ve bi dest bixin. Divê ji ber krîzê derxistina kedkaran ya ji kar bê rawestandin û kesên bi KHK'yan ji kar hatin avêtin li karê xwe bên vegerandin .Em temînata vî welatî ne. Pêşeroja kedkaran ya ronî bi yekitiyê pêkan e."
 
‘Ji bo jiyaneke azad têkoşîn' 
 
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, di axaftina xwe de bal kişand ser tengezariya civakê û wiha got: "Di nav civakê de tengezarî gihaştiye asta herî bilind. Keda ku tê dayîn pêşkeşî serkaran dikin. Li ser navê reformê mafê me yên serekê ji holê tên rakirin. Bi polîtîkayên xwe di xwazin jinê li qada kar dûr bixin. Em kedkar ji bo jiyaneke azad têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Em serî natewînin'
 
Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaz, diyar kir ku li hemberî şantaj û zextên AKP'ê serî natewînin û wiha axivî: "Îro roja rojnamegerên girtî yên nûçeyên rast çêdikin. Îro roja jinên ku ji bo keda xwe têdikoşin. Bi KHK'ê dixwazin welat dilbigirin. Bi yekitiya me tu carî nikarin li hemberî me derkevin. Em silavên xwe ji berxwedêran re dişînin."
 
'Têkoşîneke bi rêxistinî hewceye'
 
Serokê TTB'ê Sînan Adiyaman bal kişand ser rêxistinbûnê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo civakeke bi tenduristî hewceye ku rêxistin pêk bê. 1'ê Gulanê roja yekitiyê ye. Dema em pirsgirêkên xwe baş bizanin, em dikarin teşhîseke rast daynîn. Em neçarin ku têkoşîna bi rêxistinî pêk bînin. Em ê dê bihevre têbikoşin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê Aysun Çeper metna hevpar bi kurdî xwend û metna tirkî jî ji hêla kedkar Hasan Oguz ve hat xwendin û di metnê de wiha hat gotin: "Bi KHK'ê bi hezaran kedkar ji kar hatin dûrxistin. Rojnameger, akademîsyen û siyasetmedarên muxalîf hatin girtin. Li gel medyaya alîgir em li qada 1'ê Gulanê li hev civiyan. Civak di bin tecrîd, zext û zordariyan de dijîn. Li girtîgehan bi hezaran girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin û dixwazin dengê wan bên bihistandin. Em li qada 1'ê Gulanê bang dikin. Îktîdara AKP'ê berpirsê encamên greva birçîbûnê ye. Em alîgirê jiyanê ne û em mirinê naxwazin. Tecrîd sûceke mirovahiyê ye."
 
'Ji bo me her qad qada berxwedanê ye'
 
Di metna hevpar de qala operasyonan hat kirin û wiha hat gotin: "Em her tim li dijî şer bûn. Karker, kedkar, jin, ciwan, xizan û kesên bindest buhaya guleya çekan nizanin û em naxwazin hîn bibin. Bi şer û pevçûnan dixwazin pêşeroja vî welatî ji holê rakin. Em li qada 1'ê Gulanê dibêjin em dijî texrîpkirina xwezayê derdikvin. Em li dijî îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan derdikevin. Em carek din bang dikin ku ji bo me her qad qada berxwedanê ye." 
 
Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê. Piştî stranên hunermendan mîtîng bi dawî bû.