Li Şehbayê bi meşekê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin
- 14:35 1 Gulan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi sedan gelê Efrînê bi dirûşma "Avakirina dîwarên di navbera Efrîn û Şehbayê de parçe kirina xaka Sûriyeyê ye", Ji bo pîroz kirina Roja Karkerên Cîhanê herikîn qadan.
Gelê Efrînê û Şehbayê Roja Karkerên Cîhanê bi meşekê pîroz kirin, meş ji riya Til Sosin dest pê kir heya qada kampa serdemê ya Navçeya Ehdas a Şehbayê rawestiya. Di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsên: "Na ji bêdengiya dewletên Navnetewî li ser dagirkirina Bakur û Rojhilata Sûriyeyê re” hatin hilgirtin, gel bi coşek mezin û bi yek dengî dirûşma "An Efrîn an Efrîn" berz kirin.
Meş bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre Cejna Karkerên Cîhanê bi daxuyaniyê hat pîroz kirin, daxuyanî bi zimanê Erebî li ser navê Rêveberiya Xweser Ebd El Hemîd Bekrî, bi zimanê kurdî li ser navê Kongra Star Zelox Reşîd hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di serî de Cejina karkerên Cîhanê li hemû pakrewanên azadiyê û li Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan pîroz be, roja 1'ê Gulanê îsal rastî dagirkeriya dewleta Tirk hat ya ku dixwaze gel bindest û koçber bike, weke tê zanîn dewletên kapîtalîst li ser kolekirina gelan xwe rave dike, li ser wê esasê pir serhildan li hember wan çêbûn, her wiha rola jinan jî ya herî mezin bû, dema jinan serê xwe li hember kolekirinê rakirin bi sedan jin hatin qetil kirin, îro jî jin li herêma Şehba serî li hember dijmin hildan.
Dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tunekirina gelê Efrînê bi avakirina dîwarêm di navbera gundewarên Navçeya Şêrewa û Şehbayê çêdike, lê jinên Efrînê tu carî teslîmkariyê qebûl nakin ji ber ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayîye, em Efrîn weke lêwa iskenderon teslîmî dewleta Tirk nakin. Em weke Rêxistina Kongreya Star bangwaziya hemû jinên cîhanê yên xwedî nirx û hemû dezgehên jin xwedî li jinên bin dest derkevin û helwestên xwe li hember terorê nîşan bidin."
Piştre Endama Rêveberiya Kongreya Star a Efrîn û Şehbayê Hediye Yûsif axivî, di axaftinê de cejina Karkerên Cîhanê li Abdullah Ocalan û li gel, karkeran pîroz kir.
Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê, An Efrîn an Efrîn", bi dawî bû.