1'ê Gulanê li herêma firatê hat pîrozkirin
- 14:33 1 Gulan 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi dirûşma "Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin bi Rêber Apo re azad bijîn", kedkarên herêma Firatê Roja 1'ê gulanê pîroz kirin.
Bi beşdarbûna hemû sazî, dezgehên sivîl û bi sedan gelê herêma Firatê, şahiya 1'ê Gulanê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk û komîteya Kedkaran li Kantona Kobanê hat lidarxistin.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên "1'ê Gulanê roja kedkarên cîhanê pîroz be", hat xemilandin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê rêveberiya komîteya kedkaran Jiyan Derwêş axivî, Jiyanê roja kedkarên Cîhanê li tevahî kedkaran pîroz kir û bi taybet li kedkara mezin dayîk û tevahî jinana pîroz kir. Jiyanê peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiyê da.
Her wiha li ser navê TEV-DEM'ê axavtin hat kirin û ev roj hat pîrozkirin.
Şahî bi sitran û gerandina govendê, bi dawî bû.