Li Şengalê ji bo Mam Zekî dar hatin çandin
- 14:14 1 Gulan 2019
- Rojane
Nûpelda Têkoşîn
ŞENGAL - Bi munasebeta 1'ê Gulanê û bîranîna Berxwedêr Mam Zekî gelê Şengalê bi hev re dar çandin.
Meclîs û Şarederiya Xanesorê, bi munasebeta 1'ê Gulanê û bîranîna Berxwedêr Mam Zekî gelê Şengalê bi hev re dar çandin. Ji bo çandina daran Asayişa Jinê ya Şengalê amade bû. Bi gîştî 275 şitlên daran hatin çandin.
Hevseroka Meclîsa Xanesorê Hena Elyas di derbarê çandina daran de wiha got: “Em wek meclîsa Xanesorê xêr hatina gelê me dikim. Em bejna xwe ber hemû şehîdên şoreşê ditewînin. Bi alikariya saziya Aborî dar hemû meclîsan hatin belavkirin. Em jî wek meclîsa Xanesorê ji bo bîranîna Şehîd Mam Zekî me xwest dar bîçînin.”
Hena Elyas di dawî axaftinê xwe de wiha got: “ Îro em ji bo bîranîna Mam Zekî dar diçînin. Li cihê Mam Zekî şehîd bûye em ê dar biçînin.”
Xalide Xêro ku di asayişa Jinê ya Şengalê de cih digire derbarê çandina daran de wiha got: “Em jî wek asayişa Jinê ya Xanesora Şengalê em bi meclîsa Xanesorê û Meclîsa TAJÊ em hatine dara bîçînin. Di şexsê Mam Zekî de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Me xwest ji bo bîranîna Mam Zekî em daran biçînin. Ew ê her di dilê me de be."