'Sîstema demokratîk mînaka wekhevî û xwedîderketina li keda jinê ye'
- 14:05 1 Gulan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Jinên ku tevlî pîrozbahiya 1'ê gulanê cejna kedkarên cîhanê bûne, peyama serkeftinê didin û dibêjin: "Rojên jinê tije ked û têkoşîn e. Sîstema demokratîk mînaka wekhevî û xwedîderketina li keda jinê ye, bi hêviya hemû rojên jin azad bibe."
Bi munasebeta 1'ê gulanê roja cejna kedkarên cîhanê bi dirûşmeya "Bi keda civakên demokratîk em ê Efrinê rizgar bikin bi Rêber Apo re azad bijîn" bi hezaran kes daketin qadan. 1'ê Gulanê bi rihekî mezin û kelecaneke xurt ji aliyê bi sedan jinan ve hat pîrozkirin. Jinên ku tevlî pîrozbahiya li Gundê Hîmo yê bajarê Qamişloyê bûn, hestên xwe anîn ziman.
Hemû rojên jinê xebat û têkoşîn e
Jina bi navê Hemdiya Silêman wiha hestê xwe di vê rojê de vedibêje: "1'ê Gulanê roja têkoşîna jinê ya li himber diktatoriyê ji bo ku wekheviya kedê çêbibe, dîsa jin xwedî li vê kedê derketîye û vîn û îradeya jinê bi ser ketiye. Jixwe girîngiya wê jî ew e ku dîsa jin pêşengtiya bidestxistina maf û hebûna kedkariyê kir. Dîroka jinê têr û tije têkoşîn e, eger em qala keda jinê bikin di hemû cûreyên jiyanê de em dikarin bêjin jin her ji bo mafê xwe têkoşiyaye. Keda herî mezin jin dike û heya roja me yî îro jî ev ked bi têkoşîna siyasî, leşkerî, jiyanî, fîzîkî berdewam dike. Ji bo wê jî ji berxwedana wan em hêzê digirin ku em rojên xwe hemû bikin rojên xebat û têkoşînê."
'Sîstema demokratîk û wekheviyê berhemên keda jinê ye'
Dayika bi navê Wezîra Ibrahîm wiha dibêje: "Eger em li dîroka jinê binêrin zihniyeta deshilatdar tim bi zoriyê jin ji kedê dûr didît tevî ya ku herî kedê dida jin bû, ji bo wê jî gerek em bi keda jinê yekîtiya jinê ava bikin, îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê û sîstema ku li Bakûrê Sûriyeyê mînaka wekhevî û keda pîroz a jinê ye. Bi hêviya hemû rojên jinê aramî û têkoşîn be. Pêwist e em bi dilsozî kar û xebatê xwe xurtir bikin, ji bo em layiqî wateya vê rojê derbikevin."