Polîsan destûr neda dayik bi lacikên spî bikevin qada mitîngê

  • 14:00 1 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyan xwest bi lacîkên spî bikevin qada mîtînga 1'ê Gulanê ya Amedê lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 
 
1'ê Gulanê bi pêşengiya Federasyona Sendîkayên Kedkar a Cemaweriyê (KESK), Platforma Şaxên Amedê û Platforma Demokrasiyê ya Kedê ve bi dirûşma "Em ê aştiyê bînin li vî welatî" li qada Îstasyona Amedê mîtîng li dardixe. Qada mîtîngê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), KESK, Odeya Tabîban a Tirk (TTB), CHP, Partiya Komînist a Kurdistanê (KKP) û Sendîkaya Rojnemegerên Tirkiyeyê (TGS), bi pankartên xwe tevlî mîtîngê bûn. Her wiha jinên ku li Bazara Jiyanê dixebitin tevlî mîtîngê bûn. 
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê, biryar dan bi lacikên xwe yên spî tevlî mîtînga 1'ê Gulanê bibin. Lê belê li Amedê destûr nehate dayin ku dayikên bi lacikên spî bikevin qada mîtîngê.  Malbatên girtiyan li hemberî astengiya polîsan bertek nîşan dan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî demekî dayîk bi lacikên spî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Leyla Guven” û “Bi berxwedanê em ê bi  ser kevin" ketin qada mîtîngê.