Malbatên girtiayan bi laçikên xwe yên spî tevli korteja1'ê Gulanê bûn
- 13:00 1 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Li Qada Bazarê ya Bakirkoyê ji bo pîrozbahiya 1'yê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê ji bo meşa ku wê ji 3 milan va bê kirin bi hezaran kesî cihê xwe di kortejê de girt. Malbatên girtiyên ku lidijî tecrîda li Îmraliyê di grevê de ne jî bi dirûşma "Laçika xwe ya spî bi serê xwe de were" di kortejê de cihê xwe girtin.
Ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê ku wê di pêşengiya Komîteya Amedkar a 1'ê Gulanê de li Qada Bazarê ya li Bakirkoyê bê lidarxisitn bi hezaran kesî cihê xwe di kortejê de girt. Gelek komên ku Konfederasyona Kedkarên Şoreşger (DÎSK) jî di nav de bûn li ber Marmara Form AVM hatin gel hev.
Bi laçikên xw yên spî di kortejê de cih girtin
Koma ku KESK, TMMOB, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî di nav de bû li Dîkîlîtaşê hatin gel hev. Di kortejê de malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê di grevê de ne ku çalakiya wan a li Gebzeyê tê astengkirin jî bi dirûşma " Laçika xwe ya spî bide serê xwe bê" di rêza pêş a kortejê de cih girtin dowîzên "Bila tecrîd bi dawî bibe mirin pêk neyê" rakirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz krin.
Koma ku Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Partiya Kedê û gelek komên din jî tê de hebûn li E-5'ê hat gel hev.
'Ji bo hemû girtiyan azadî'
Di kortejê de welatî li gel def û zurneyê bi govendê bendemayîna xwe berdewam dikin û dirûşmên "Em welatekî ku wekî mirov bikaribin lê bijîn", "Bijî 1'ê Gulanê"û " Ji girtiyên siyasî re azadî" berz dikin.
Li gel meşê barîkatên polîsan ên ku hatine danîn û polîsên hêza çevîk ku hatine bicihkirin balê dikişînin.